Xebatkarê şaredariya Akdenîzê hat binçavkirin 2016-10-06 14:24:52 MÊRSÎN (DÎHA) - Xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Alî Çat hat binçavkirin. Li Mêrsînê şevê din polîsan bi ser mala xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Alî Çat a li Puzcuyê ye de girtin û Çat dema ku diçû malê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Nehat zanîn ku Çat bi kîjan hincetê hatiye binçavkirin û hat diyarkirn ku li şaxa TEM'ê ya Mêrsînê tê ragirin. (mb)