Xebatarên TV10: Em ê li hemberî Kerbelaya nû rawestin 2016-10-06 13:08:17 STENBOL (DÎHA) - Xebatkarên TV 10 diyar kirin ku dixwazin civaka Elewî ji geşedanên li welat tên jiyîn bê agahî bimînin û wiha gotin: "Em ê li hemberî Kerbelaya nû rawestin." Yek ji televîzyon û radyoyên ku ji aliyê AKP'ê ve bi biryarnameya KHK'ê hat girtin û deriyê wê hat mohrkirin TV10 ne. Xebatkarên TV10 ku duh odeya wan a rejiyê hat mohrkirin diyar kirin ku tiştên tên jiyîn "darbeya li hemberî baweriya Elewiya ne." Xebatkarê rejiyê yê TV10 Suay Abak, anî ziman ku TV10 ne tenê televîzyoneke di heman demê de navenda baweriyê ye û wiha got: "Em ê li hemberî lîstîken qirêj ên li ser çapemeniyê bêdeng nemînin. Gelê Elewî ji dema Kerbelayê heta niha li hemberî zilam zalîman li ber xwe dide. Di pêvajoya ku em di Yas-i Muharremê de ne dê gelê Elewî li hemberî Kerbelaya ku tê xwestin bidin jiyîn raweste." Rêvebirê programê Kemal Demîr, da zanîn ku yên ku xwe li hemberî çand, bawerî û îfade xwe ranagirin TV10 girtin û wiha pêde çû: "Televîzyon ev 6 sale xizmetê didi gelê Elewî. Hemû kesên Elewî alîkarî dana TV10 nê. Mohra ku di pêvajoya Yas-i Muharrem de li deriyê me xistin li bawerî û jiyana elewiyan hatiye xistin." Xebatkara TV10 Semra Acar da xuyakirin ku ew bi hêza ku ji baweriya xwe digirin li ber xwe didin û wiha axivî: "Bi bêdengkirina çapemeniya azad nikarin rastiyan veşêrin. Hemû xebatkarên TV10 û gelê Elewî ji bo vê televîzyonê gelek xebat dan meşandin. Danasîna çand û baweriya me hêz dida me. Lê bila her kes bizane êm ê bihêztir bibin. Em banga têkoşîna mil bi mil li hemû kesî dikin." (mb)