Cezayê pere û hepsê li Hevseroka DBP'ê Îpek birîn 2016-10-06 13:02:03 AMED (DİHA) - 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 18 meh û 22 roj cezayê hepsê û 6 hezar TL cezayê pereyan li Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek birî. Rûniştina biryarê ya doza Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize Îpek li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rêxistina DBP'ê di 25'ê Kanûna 2015'an de li dijî dagirkeriya Sûrê ji avahiya DBP'ê heta Parka Koşuyolu xwestibûn bimeşin û daxuyanê bidin çapemeniyê. Ji ber vê yekê doz li Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafize îpek vebûbû. Dozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz vekiribû. Biryara dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozêde Îpek amade nebû. Parêzerên Hafiza Îpek amade bûn. Dozger di rûniştina dozê de diyar kir ku Îpek di daxuyaniya xwe de welatî wekî kesên masum û dewlet jî wekî dagirker nîşan daye û gel li dijî dewletê sor kiriye. Divê wekî azadiya ramanê bê dîtin Parêzera Îpek Keziban Yilmaz jî diyar kir ku divê daxuyanî wekî azadiya ramaê bê dîtin û wiha got: "Hafiza Îpek Seroka DBP'ê ya Amedê ye. Ji ber vê yekê divê daxuyaniya Îpek di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bê destgirtin. 16'emîn Dadgeha Daîreya Ceza ji bo heman daxuyaniyan wekî azadiya ramanê îfade dike. Divê ev daxuyanî jî di çarçoveya azadiya ramanê de bê girtin. Piştî parastina parêzer heyetê navber da rûniştinê û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" li Îpek 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê û 6 hezar TL cezayê pereyan birîn. (mae)