Qeyûmê sela jî asteng kir 2016-10-06 12:02:20 AGIRÎ (DÎHA) - Di merasima cenazeyê endamê HPG'ê Deniz Çiçek de qeyûmê destûr neda ku sela bixwînin. Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir, mele ne ji qeyûmê ji kur-anê emir digire û bertekên xwe anîn ziman. Endamê HPG'ê Denîz Çîçek, di 20'ê Îlonê de li herêma Çemçê ya Qaxizmanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh piştî li navçeya Giyadînê cenazeyê endama HPG'ê Deniz Çiçek (Gezmiş Sipan) spartin axê sersaxî qebûl kirin. Malbatê xwest ji bo Denîz Çîçek li Mizgefta Navendî ya Giyadînê sela bê xwendin. Lê meleyê mizgeftê pitî bi Muftiyê Giyadînê Ali Ugur re hevdîtin kir û şûnde diyar kir ku destûr nehat dayîn ku sela bixwîne. Meleyê Mizgefta Navendî diyar kir ku piştî bi muftu Ugur re hevdîtin pêk anî qeymeqam diyar kiriye ku dê bêyî destûra wî dê sela kesan neyê xwendin. Malbata Çiçek bêyî sela bê xwendin dîsa vegeriyan mala xwe. Qeymeqam Mekan Çeviren, di 11'ê Îlonê de wekî qeyûm tayînî şaredariya Giyadinê ya DBP'ê hatibû kirin. Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemir, jî bertek nîşan da û diyar kir ku divê mele li gorî fermana Kuranê tev bigere û wiha got: "Mele ne ji qeyûmê ji kur-anê emir digire Meleyên ku vina gel teslîmî qeyîmê bigirin li pişt wan nimêj nayê kirin. (mae)