Hevserokê MEYADER'ê Şaybak hat girtin 2016-10-06 11:54:45 WAN (DÎHA) - Hevserokê MEYADER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Hevserokê MEYADER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak berê 3 rojan ji bo îfade bide gazî Midûryeta Polîsan a bajar hatibûkirin û hatibû binçavkirin. Şaybak, piştî karên li midûryetê bi dawî bûn derxistin edliyeyê. Dozger bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" Şaybak sewqî dadgehê kir. Şaybak bi heman îdîayê ji aliyê dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. (mb)