Girtiyê nexweş Bahadir rakirin nexweşxaneyê 2016-10-06 10:37:09 ÎZMÎR (DÎHA) - Girityê nexweş ê bi navê Saît Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Kiriklarê tê girtin û nexweşê qansera çerme ji ber şert û mercên xirap ên girtîgehê krîza dil derbas kir. Hat ragihandin ku Rêveberê TAYD-DER'ê Saît Bahadir (54) ê li Girtîgeja Tîpa F a Hejmar 2 a Kiriklara Îzmîrê tê girtin şevê din krîza dil derbas kiriye. Hat zanîn ku Bahadir ê nexweşê qansera çerme, ji ber şert û mercên xirap ên girtîgehê krîz derbas kiriye. Bahadir ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurta ya Îzmîrê hêjî di odeya çavdêriyê de tê giritn û destûr nayê dayîn û bi parêzer û malbatê re hevdîtinê pêk bîne. Bahadir, di 14'ê Tebaxê de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. (mb)