Li Edeneyê sedegirina malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2016-10-06 09:49:45 EDENE (DÎHA) - Li edeneyê di saetên serê sibê de polîsan bi malan de girtin û gelek kesên ku di nava wan de zarok jî hene binçav kirin. Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhana Edeneyê polîsan serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan piştî li malan lêgerîn pêk anîn gelek kesên ku di nava wan de zarok jî hene binçav kirin. Kesên ku bi îdîaya "tevlî çalakiyan bûne" hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê. (mb)