Qeyûm kilît li deriyê mizgeftê xist! 2016-10-06 09:44:37 HAMZA GUNDUZ COLEMÊRG (DÎHA) - Qeyûmê ku teyînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin Navenda Şewirmeniya Jinê û Navenda Çand û Hunerê girt, deriyê mizgefta di bin avahiya şaredariyê de jî kilît kir. Qeyûmê ku teyînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin Navenda Şewirmeniya Jinê û Navenda Çand û Hunerê girt, deriyê mizgefta di bin avahiya şaredariyê de jî kilît kir. Qeyûmê ku ev meheke meclîsa şaredariyê kom nake, xebatên komîsyonên heyî da rawestandin. Qeyûmê ku xebatên Navenda Şewirmendiya Jinê û Navenda Çan û Hunerê ya Feqiyê Teyran da rawestandin, ji ber girtina ewlwehiya zêde gel naçe şaredariyê. Qeyûmê ku navenda jinê bêerk hişt, roja ku hatî ji xebatkarên navenda çandê re got "Herin malên xwe em ê agahî bidin we" û kilît li deriyê navendê xist. Qeyûmê ku ji aliyê AKP'ê ve ku li ser navê ola îslamê li herêmê deng komkirin hat tayînkirin, yek ji xebatên wî jî girtina mizgeftê ye. Mizgefta ku li bin avahiya şaredariyê ye û esfanê bajar li wir îbadeta xwe dikin ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Esnafên bajar bi qeyûm Cuneyt Epcîm re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku ew dixwazin mizgeft carek din bê vekirin. Li ser vê qeyûm bi gotina 'ger hûn parastina wê bikin û vê berpirsyariyê bigirin ser xwe em ê vekin' bersiv dide esnafan. Gel ji ber derdora şaredariyê bi polîs, leşker, wesayîtên zirxî û bariyeran hatiye dorpêçkirin naxwazin li ber kolanê re biçin. Welatiyan diyar kirin ku polîs û leşker bi çekên giran li ber şaredariyê nobetê digirin û wiha got: "Dema em ji bo karek fermî diçin şaredariyê li ber dirî em rastî lêgerîna GBT'ê tên û piştre jî rastî lêgerîna fîzîkî tên. ji bo bibin alîkarê qeyûm ji gelek welatiyan re pêşniyar hat kirin lê kesekê qebûl nekir. Qeyûm jî ji ber ku peywir qebûl kiriye poşmane." (mb)