Qeyûmê Sûrê şanoger dan beşa zabiteyan 2016-10-06 09:17:36 AMED (DÎHA) – Qeyûmê Şaredariya Sûrê, pênc şanogerên di bin banê xebatên çandî yên şaredariyê de dixebitîn, ji hêla qeyûm ve cihên wan hat guhertin û wan da beşa zabiteyan. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê bû, dest bi guherandina dizayna şaredariyê kir. Piştî guherandina gelek qadan niha jî dest avêt beşa çand û hunerê. Qeyûm, 5 şanogerên ku ji 1994’an vir ve di bin banê xebatên çandî yên şaredariyê de dixebitîn, li gel îtirazan jî cihên wan guherand û wan da beşa zabiteyan. (bî/red)