Dê sibê Kamûran Yuksek derkeve pêşberî dadwer 2016-10-06 09:16:16 AMED (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ê ji ber xebatên partiya xwe û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin, dê sibê di yekemîn danişîna xwe de derkeve pêşberî dadwer. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek, piştî 6 mehan dê sibê, 7’ê cotmehê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkeve pêşberî dadwer. Yuksek ê di 10 gulanê de hat binçavkirin û di 13’ê gulanê de hat girtin, piştî çend roja sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê hatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tawanbariya “Endamê rêxistinê ye”, der barê Yuksek de boyî 15 sal cezayê girtîgehê, doz vekir. Her wiha dî îddianameya ku dozgerî amadekir de bi tu awayî, Yuksek wek Hevserokê Giştî yê DBP’ê nehat diyarkirin. Di îddianameyê de, beşdarbûyîna mîtîng, civînên çapemeniyê, meş, axaftinên li televîzyonên netewî û herêmî, hevpeyvîn û daxuyaniyên rojname û ajansên nûçeyan ên Yuksek, wek “delîlên sûcî” hatin hesibandin. Dozger, diyar kiribû ku Yuksek bi axaftinên xwe li hemberî Serokomar Erdoganî, gel “ber bi kîn û nefretê ve hêl kiriye” û “banga serhildanê li gelê sivîl kiriye.” Beşdarbûyîna wî ya çalakiyên partiya wî wek sûc hatin nîşan dan! Dozgerî têkildarî pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ên li mala Yuksek jî diyar kiribû ku, Yuksek di civînên ku beşdarî wan bûye de, têkildarî naveroka wan pirtûkan axivî ye. Daxuyaniyên Yuksek ên li teşkîlatên bajar û navçeyan ên partiya xwe, destnivîsên wî yên der barê hilbijartin, xebatên partiya wî, pirsgirêkên sosyo-ekonomîk ên gelê herêmê, nîşeyên wî yên der barê HES û bendavan wek sûc hatin hesibandin. Her wiha hesteyê ku wêneyê Ocalan li ser û Yuksek bi kar dianî jî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” wek delîlê sûcî hat hesibandin. ‘Divê daxuyaniyên serokê partiyekê normal bên hesibandin’ Têkildarî mijarê parêzer Yuksek, Mehdî Ozdemîr axivî. Ozdemîr diyar kir ku, wek Hevserokê Giştî yê DBP’ê di baregeha faaliyetên partiyê de, axaftin û daxuyaniyên Yuksek we delîlê sûcî hatine hesibandin, lê ev bi her awayî binpêkirina azadiya rêxistinbûyîn, hizrî û îfadeyê ye. Ozdemîr diyar kir ku di maddeyên 2 û 3’yemîn yên tuzuka DBP’ê de xala xweserbûyînê cih digire, lê axaftinên Yuksek yên di vî warî de wek sûc tên hesibandin û wiha got, “Dozger di nirxandina xwe yî îddianameyê de îdia dike ku xweseriya demokratîk ne daxwaza gelên herêmê û DBP’ê ye.” ‘Bi girtina Yuksek xebatên partiyê hatin astengkirin’ Ozdemîr diyar kir ku, girtina serokê partiyê di fîîliyatê de astengiya faaliyetên partiyê nîşan dide û dest nîşan kir ku bi girtina Yuksek, li gel mafê azadî û ewleyiyê faaliyetên rêxistinbûyîna partiyê jî hatine astengkirin. Ozdemîr da zanîn ku, ji bo berdana Yuksek wan 4 cara serî li dadgehê daye, lê belê daxwazên wan hatine redkirin û got, wan bi mebesta ewleyî û azadiyê û îhlalkirina mafê rêxistinbûyînê de, da bên lêkolînkirin serî li Dadgeha Bingehîn daye, lê heta niha boyî wan tu bersiv nehatiye dayîn. (red)