ROJEVA 06'Ê COMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-10-06 09:01:27 Li Edeneyê di mehekê de 8 jê zarok 15 kes rastî cezayê "Girtîgeha malê" hatin. Xwendekarê Zanîngehê Kamuran Kilgi ku rastî cezayê "Hepsa Malê" hat bertek nîşanî ceza da û got: "Tenê deriyê hesin û şîş ji vê girtîgehê ne kêm in. Mal li min kirine zindan." BI DÎMEN E * Hevseroka Cemîyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Nevîn Erdemîr, bertek nîşanî qutkirina weşanên radyo tv'yan da û got: "Çapemeniya muxalif heta niha her dem li dijî êrîşan di ber xwe da. Em dê ji niha û şûnde hemû rojnamegerên muxalif bibin yek û li dora çalakiyên hevpar bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN E * Li Rihayê, formên ku pirsên nepeniya jiyana taybet bin pê dikin jî tê de cih digirin, li mamosteyan hatin belavkirin. BI DÎMEN E * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ê ji ber xebatên partiya xwe û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin, dê sibê di yekemîn danişîna xwe de derkeve pêşberî dadwer. BI DÎMEN E * Qeyûmê Şaredariya Sûrê, pênc şanogerên di bin banê xebatên çandî yên şaredariyê de dixebitîn, ji hêla qeyûm ve cihên wan hat guhertin û wan da beşa zabiteyan. * Parêzer Seda Tanrikûlû li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê bi girtiyên siyasî yên ku dema rastî îşkenceyê hatin û wan dibirin nexweşxaneyê kirin qîrîn û gotin, “ji her kesî re bibijin, îşkenceyê li me dikin” re hevdîtin pêk anî û behsa pêkûtiyên xedar ên li girtîgehê kir. * Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca got, ew ê derhuqûqiya ku radyo û TV’yên pê hatin girtin, zext û zorên li ser çapemeniyê rapor bikin û ragihand ku, di vî warî de li Ewropayê hewldanên wan hene. * Ji 57 kesên di teqîna li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, 38 jê zarok in. Peywirdarê maseya krîzê Osman Akdogan diyar kir ku, temenê zarokên hatin qetilkirin di navbera 3-17’an de diguhere û got, komkujî tam komkujiyeke zarokan bû. * Hevsera Murat Dag ê di dema serhildana Kobanê de ji aliyê polîsan ve li Amedê hat qetilkirin, Kubra Başaran diyar kir ku der barê berpirsyaran de lêpirsîn jî nehatiye vekirin û ji bo 2 zarokên xwe yên bavê xwe nedîtine edaletê dixwaze. * Ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstakan bibin li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de birîndar bûn û malbatên wan pira biratiyê ku wê rojê hat astengkirin di 15'ê cotmehê de biçin Şirnexê û li wir daynin. * Guhdarê Ozgur Radyo Alî Sonmez Kayar ê ku di îşkenceya polîsan de birîndar bû diyar kir ku di bin çavan de polîsekî jê re gotina "DAIŞ can e ya li mayê heyecan e" bi kar aniye. * Nûçegihanê me Erdem Muhîrcî yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nivîsand. Rojnameyan nadin girtiyan, bijîşkek li hezar û 600 girtiyan dinêre, li odeyên 10 kesan de 20 kes dimînin, name tên desteserkirin. * Zarokên ku li Qelqeliyê diçin Kreşa Alan Kurdî ya ji aliyê qeyûm ve hat girtin bi gotina "Hem dibistana me hem jî Zarok TV a ku me temaşe dikir girtin" nerazîbûna xwe anîn ziman. Malbat ji bo zarokên wan perwerdehiya bi kurdî bibîne bi israr in. * Qeyûmê ku teyînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin Navenda Şewirmeniya Jinê û Navenda Çand û Hunerê girt, deriyê mizgefta di bin avahiya şaredariyê de jî kilît kir. * Cureyê tiriyê tu li cihanê tenê li Erdîşê tê hilberandin û xwedî dîrokeke demdirêj e ji ber nezaniyê û xemsariyê tune dibe. * Rojnameger Fehîm Işik û Yildirim Turker ji ber ku beşdarî kampanyaya "Gerînendetiya Weşanê ya Giştî ya Nobedar" a ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin bûne dê li Edliyeya Stenbolê derkevin pêşberî dadgehê. (10.00) BI DÎMEN E * Rêxistinên ked û demokrasiyê, rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê ji bo şermezarkirina binçavkirin û girtinên di demên dawî de zêde bûne li ber Edliyeya Stenbolê dê starta çalakiyên "Edalet û azadî" bidin. (12.30) BI DÎMEN E * Bi munasebeta serhildana Kobanê ya 6-7'ê Cotmehê li avahiya HDP'ê ya İzmîrê civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (11.00) BI DÎMEN E * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo şermezarkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î li ber Şaredariya Karşiyakayê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN E * Doza parêzerên OHD'ê ku ji ber qetlîama 10'ê Cotmehê ya Enqereyê şermezar kirine dê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30) * Doza xwendekarên girtî Hêja Turk û Çagri Turk dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30) POLÎTÎKA * Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim diyar kir ku dema ku dawiya desthilatdaran tê şîdet û terorê derdixin asta herî jor û nirxandina "Ji ber ku Erdogan dizane dawiya wî hatiye rê û rêbazên terorîzmê dide meşandin" kir. BI DÎMEN E JIN * Welatiya Sûriyê Ware H.H., ewil rastî tundiya hevserê xwe hat û piştre zarokên wê ji destê wê hatin girtin û ji malê hat qewirandin. Warê H.H. ku rastî neheqî û lêdana hevserê xwe hat, qereqola polîsan û nexweşxaneya dewletê li wê guhdar nekirin û ew berderî kirin. EKOLOJÎ * Derket holê ku Şaredariya AKP’î ya Gevaşê, qada li peravên Gola Wanê ev 15 sal e wek qada çop û gemarê bi kar tîne. Ev sergo û çopgeh li gel dîmeneke xerab, ji bo tenduristiya giyaneweran jî talûkeyê dide der.