Li Silopiyayê dengê çekan 2016-10-05 21:47:52 ŞIRNEX (DÎHA) –Li Silopiyayê dengê çekan tê û her wiha li gel vê tevgera hewayî ya balafirên şerî jî pêk tê. Li Silopiyaya Şirnexê derdora saet 19.00’an de dengê çekan bilind bû. Piştî li taxên Şehîd Harûn û Cûdî dengê çekan bilind bû, demeke kurt balafirên şerî jî li ser navçeyê geriyan. Der barê buyerê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. (kom/no/red)