22 salan hepis kir û piştre ceza kir 2016-10-05 18:03:14 STENBOL (DÎHA) - 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, der barê nivîskar û helbestvan Îlhan Samî Çomak ê 22 salin girtî tê darizandin de biryara "Cezayê muebet" da. Rûniştina biryarê ya doza nivîskar û helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 22 salin girtî tê darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Çomak bi rêya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bû. Li salona dadgehê parêzerên Çomak, endamên malbatê û Wekîlê HDP'ê Erdaş Ataş û Filiz Kerestecioglu, hunermend Ferhat Tunç amade bûn. Çomak parastin kir û diyar kir ku ew beşdarî parastina parêzerên xwe dibe. Parêzera Çomak Several Ballıkaya jî bal kişand ser darizandina salan û diyar kir ku muwekîlê wê rastî îşkenceyê hatiye. Ballikaya, anî ziman ku piştî biryara DMME'ê pêkanîn û darizandin li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Bi qasî emrekî muwekilê min tê darizandin. Wekî polîs, dozger û dadger hûn dê hêj çi bikin. Hûn di şopa çi dine. Hûn dê tola çi hilînin?" Prz. Firat Aydinkaya jî anî ziman ku anî ziman ku dibe di heyeta dadgehê de endamê leşkerî tune be, lê endamê darbeya şikdar hene Ji ber vê yekê tiştek nayê guhertin. Hûn dê biryarê bidin em jî dê serî li AYM'ê bidin. Ji ber ku heyeta we darizandinek serbixwe nekir em hêj li vir in û em dê seri li AYM'ê bidin. Prz. Huseyin Bogatekin jî anî ziman ku ev heyeta dadgehê ne serbixwe û ne bê alîye û dadgeh bi şik e û wiha got: "Ji ber vê yekê ev biryar ne adîl û hiqûqî ye. Mudafiyê Çomak û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwazan (OHD) yê Stenbolê Prz. Sinan Zincir jî xwest parastinê bike, lê serokê heyeta dadgehê destûr neda. Zincîr jî anî ziman ku mafê wan ê axaftin û parastinê heye û bertekên xwe anî ziman. Piştî demekê niqaş û rageşî di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de çêbû. Heri dawî Zîncîr, got "Hûn hiqûqa mêtîngeriyê pêk tînin. Hûn nikari dozê bi rêve bibin. Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û ji dozê xwe vekişînin." Herî dawî Çomak dîsa mafê parastinê kir û got: "Heyeta dadgehê darizandinek adîl nekir. Ji ber vê yekê ez tiştekî nabêjim." Heyeta dadgehê piştî navberê cezayê muebetê ku di sala 2000'an de hatibû dayîn erê kir û dubare cezayê muebetê da. Bavê Îlhan Çomak Îbrahim Çomak jî bertek nîşanî biryarê da û got: "Bila edaleta wisa winda bibe. Parêzer û beşdaran jî bi çepikan biryara dadgehê şermezar kir. Îlhan Samî Çomak kî ye? İlhan Sami Çomak 22 sal berê hêj 21 salî bû dema Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Stenbolê dixwend di sala 1094'an de hat binçavkirin û hat girtin. Çîroka ku Îlhan Samî Çomak ê 22 salin di zindanê de û bi awayekî fîlî ne di nav de be jî di navenda wê de cih digire bi fîlmê Şandiyar tê vegotin. Îlhan samî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve di sala 1994'an de hat binçavkirin. Nêzî 15-16 rojan li midûriyeta polîsan rastî îşkenceyê hat. Piştre ji aliyê dadgeha ku dadgerê leşkerî (Dadgehên Ewlehiya Dewletê -DGM) lê dinere lêpirsîn hat kirin. Di encamê de jî hat girtin û şandin girtîgehê. Heta salên 1999'an dem dem rûniştinên dozê hat dîtin. Dadgehê hin delîlên qedexe, çîrokên ku li ser îfade û daxuyaniyên di bin çavan de hatine kirin û curimê îtîrafkaran wekî rast qebûl kir. Bi van delîlên li dijî hiqûqê û çîrokên bê esil dosyayek çêkir û bi vê dosyayê cezayê herî giran hukmê îdamê yê Zagona Cezaye Tirk da Îlhan. Cezayê TCK 125. Lê piştre dadgehê hal û helwesta Îlhan a baş li ber çavan girt û cezayê îdamê vegerand cezayê muebbetê. Heqûqnasan jî piştî vê biryarê dosya der baê Îlham de birin DMME'ê. Di sala 2007'an de DMME'ê em mafdar dîtin. Di rastiyê de jî di dosyayê de hebûna Hekîmê leşkerî wekî îhlal dît. Ji hikûmetê re jî got 'Tu dikare vê îhlalê rast bike û ji nûve darizîne.' Dadgehê jî biryar da ku ji nûve darizîne. Ev biryar piştî ket bin venêrtina DMME'ê û şûnde îhlalek pêk hatiye. DMME'ê jî liser vê îhlalê ji Tirkiyeyê xwest ku "Îhlan ji nûve bi awayekî adîl darizîne û bang kir û biryar girt. Piştî biryara DMME'ê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê piştî 20 salî şûn de "biryara darizandina ji nû ve" ya Çomak da û Çomak di 13'ê kanûna 2013'an de derket pêşberî dadmend. Di danişîna ewilîn de, parêzerên wî daxwaza tehliyeya wî kirin, lê heyeta dadgehê diyarkir ku dibe delîlên sûçî hatibin windakirin û bi vî awayî daxwaza tehliyeyê red kir. Piştî vê Çomak di 14'ê adara 2014'an, 5'ê îlona 2014'an, 1'ê tîrmeha 2015'an, 12'ê nîsana 2016'an û 13'ê tîrmeha 2016'an de dubare derket pêşberî dadmend û di her carê de daxwaza tehliyeya wî hat redkirin. Dê Çomak dubare, di 28'ê îlonê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadmend. Çomak û malbata Çomak 22 salan têkoşîna edaletê dan, lê piştî têkoşîna 22 salan dadgehê biryara cezayê muebetê da. (mae)