Xebatkarên Hayatin Sesi TV: Ev ne dewrkirin xespkirin e 2016-10-05 17:04:11 STENBOL (DÎHA) - Xebatkarên Hayatin Sesi TV bertek nîşanî dewir kirinan amûrên wan ên ji bo TRT'ê dan û diyar kirin ku ev ne dewir kirine ev xesp kirine. Xebatkarên Hayatin Sesi TV ku yek ji kanalên bi biryarnameya KHK'ê hatine girtine bertek nîşanî dewir kirina amûrên wan ên ji bo TRT'ê dan. Xebatkarê Hayatin Sesi TV Erdî Tutmaz, bal kişand ser zextên li ser wan û wiha got: "2 studyo, oda rejiyê û navenda me hatiye mohrkirin. Îro di saetên sibê de mufetîşên aborî û xebatkarên TRT'ê carekdin bi ser kanalan de girtin û tişt hatin dewirkirin. Beşên ku hatine mohrkirin û amûrên me dewrî TRT'ê kirin. Ev ne dewir kirin xesp kirine. Me ev amûr bi gelek zehmetiyan anîbûn. Me bi alîkariya derdor û bi kedek mezin anîbûn. Ji îro û pêde ev dewrî TRT'ê hatine kirin." Xebatkara Hayatin Sesi TV Meltem Akyol anî ziman ku tiştên ku îro hatine jiyîn dê di dîroka Tirkiyeyê de wekî deqeke reş bimîne û wiha pêde çû: "Kesên ku îro tiştekî na nivîsin û dibêjin em rojnamegeriyê dikin jî dê wekî deqeke reş cihê xwe di nava dîroka reş a Tirkiyeyê de bigirin. Lê em ê bi serbilindî di vê pêvajoyê re derbas bibin û em ê cihê xwe di dîrokê de bigirin." Akyol, bi lêv kir ku naxwazin ku ew rastiyan ji gel re ragihîn û wiha domand: "Ji rastiyan ditirsin. Di tirsin ku dê gel ji tiştên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê qewimîne agahiyan bigirin. Naxwazin ku gel bizanibin ka berpirsê Somayê û cînayetên jinan kîne. Dizanin ger gel vana hîn bibin dê hesabê ji wan bixwazin ji ber wê ditirsin. Ji ber wê naxwazin em weşanê bikin û ji ber wê weşanên me girtin." Akyol di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Em ê li hemberî zextan bêdeng nebin û em ê agahdarkirina gel a ji bûyeran bidomînin. Berpirsyariyek me ya li hemberî gel heye. Em ji kevneşopiya Metîn Goktepe û Musa Anter tên nikarin bi girtina me asten bikin û em ê rojnamegeriya xwe berdewam bikin." (mb)