Amûrên ÎMC, Hayatin Sesi û TV10 dewrî TRT'yê kirin 2016-10-05 15:18:02 STENBOL (DÎHA) - Duh di encama serdegirtinan de deriyê ÎMC TV, Hayatin Sesi û TV10 hatibûn mohr kirin û amûrên wan dewrî TRT'ê hatin kirin. Amûrên ku hatibûn destserkirin piştî hatin hejmartin dewrî TRT'ê hatin kirin. Di serdegirtinên duh odeyên rejî yên ÎMC TV, Hayatin Sesi û TV10 hatibûn mohrkirin û carekdin polîs û mufetîşên aborî bi ser kanalan de girtin. Di serdegirtinên îro de ligel polîs û mufetîşên aboriyê xabatkarên TRT'ê jî cih girtin. Piştî li kanalar hêjmartin hat kirin dê amûrên kanalan bên girtin û bibin avahiya TRT'ê. Di serdegirtina TV10 de hêjamara tîmên taybet bal kişand. Ji duh were ji bo polîs deriyê kanalê mohr nekin li avahiya kanalê Pîrên Elewî, nûnerên saziyên Elewî, siyasetmedar û hunermend nobetê digirin. (mb)