Çakir ev 8 rojin têkoşîna jiyanê dide 2016-10-05 14:58:50 WAN (DÎHA) - Ciwanê bi navê Iyeç Çakir ê 25 salî di şeva 25'ê Îlonê de ku li Payîzavayê wesayîta wî ji aliyê polîsan ve hat gulebaran kirin di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê girtin û jiyana wî di xeteriyê de ye. Ciwanê bi navê Iyeç Çakir ê 25 salî di şeva 25'ê Îlonê de dema bi wesayîta xwe ji navçeya Payîzavaya diçû gundê Saçax a Elbakê bi hinceta guh ne daye hişyariya "raweste" ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin. Çakirê ji serê xwe birîndar bû ev 8 rojin li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Taybet a Lokman Hekîm a Wanê têkoşîna jiyanê dide û hat ragihandin ku jiyana Çakir di xeteriyê de ye. Apê Çakir Haydar Çakir, diyar kir ku Iyeç bi rojane di beşa lezgîn de tê girtin û wiha got: "Doktoran diyar kirin ku xeteriya jiyanê ya biraziyê min didome lê car carna dest û lingên wî dilivin. Dibêjin ku rewşa wî ji rojên destpêkê baştire. Ev rewş hêviyê dide me." Çakir, bi lêv kir ku birazayê wî bi zanebûn hatiye gulebarankirin û wiha axivî: "Ji bo berpirs bên dîtin û cezakirin em ê serî li rêyên hiqûqê bidin û derbarê wan de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkriin." (mb)