Li Qersê mirina leşker a biguman 2016-10-05 14:47:01 QERS (DÎHA) - Çawişê pispor ê bi navê Onur Tuncel ê ku li Qaxizmanê leşkerî dikir hat îdîakirin "bi qezayekê" jiyana xwe ji dest daye. Di demên dawî de îdîayên ku leşker întîxar dikin zêde dibin û yek din jî lê zêde bû. Çawişê pispor ê bi navê Onur Tnucel (25) ê ku li fermandariya Denîzgolu ya li navçeya Qaxizmana Qersê leşkerî dikir, hat îdîakirin ku dema leşker dibirin nobetê ji ber "çek bi qazayekê gule berdaye" û li singa wî ketiye bi giranî birîndar bûye. Hat ragihandin ku Tuncel ku bigiranî birîndar bû ligel hemû mûdaxeleyan jî ne hat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye. (mb)