Balefirên artêş tirk li Babê qetlîam pêk anî 2016-10-05 14:38:26 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Balafirên Koalisyona Navneteweyî ku yên Tirkiyeyê jî di nav de hene li gundê Silsane yê Babê komkujî pêkanîn. Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de 18 sivîlan jiyana xwe ji destdan û bi dehan birîndar bûn. Li gorî nûçeya ajansa Hawarê (ANHA) balafirên koalisyonê ku yên Tirkiyeyê jî di nav de hene gundê Silsane yê Babê ku şênaiya wê kurdin bombe baran kirin. Di encama bombebaranê de 18 sivîlan jiyana xwe ji destdan û bi dehan birîndar bûn. Hat ragihandin ku ligel ku rewşa hinek birîndaran giran ne jî çeteyên DAIŞ`ê destûr nedan ku welatî birîndaran rakin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin navê hinek kesên jiyana xwe ji dest dane wihane; Mehmûd Yehya, Mihemed Mustefa, 3 zarokên Îbo, 3 zarokên Yehya Hac Hîlal, Ibin Şukrî Reşo û 3 malbata Reşîd. Her ewiha navê kesên din ên jiyana xwe ji dest dane ne hatin zanîn. Hat diyarkirin ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê destûr nadin welatî birîndaran bibin nexweşxaneyê jiyana wan di xeteriyê de ye. (mb)