Li gundan ji bo jinan perwerdehiya tandirûstiyê 2016-10-05 13:36:30 AMED (DÎHA) - Navenda Jinan a Jinwar ku di bin banê Şaredariya Çinarê de xebatên xwe dide meşandin li gundan perwerdehiya tendirûstiyê ya ji bo jinan dane destpêkirin didomîne. Navenda Jinan a Jinwar ku di bin banê Midûryeta Plîtîkayên Jinan a Şaredariya Çinarê de xebatên xwe dide meşandin, xebatên xwe yên perwerdehiyên didomîne. Navendê piştî li navenda navçeyê perwerdehiya ku ji bo 15 jinan dabû destpêkirin bi dawî kir, dest bi perwerdehiyên ku li derve tên dayîn kirin. Di perwerdehiya ku tê payîn dê li hemû bejahiya navçeyê bê dayîn de mijarên "organa zayînê û xebatên wê", "plankirina zayînê", "dayiktiya bi ewle" û "Menopoz" tên dayîn. Starta perwerdehiya li derve li gundê Kukurlî hat dayîn. Di perwerdeya ku perwerdekar Remziye Duran da de 30 jin tevlî bûn. Perwerdehiya ku tevlîbûna wê bêsînore, piştî mijar tên ravekirin perwerde bi pirs û bersivan berdewam dike. Duran ku di perwerdehiyê de axivî diyar kir ku pergala baviksalarî li ser beden û zîhniyeta jinan desthilatdariya xwe didomîne û wiha got: "Dema em dibêjin tendirûstî destpêkê tendirûstiya laş tê hişê me hemûyan. Lê tendirûstî yeke. Bi awayekî parçekirî nayê destgirtin. Divê em ji bedena xwe re nebin biyanî, ger jin bedena xwe biyanî bibînin ev travmayên pîsko-civakî derdixîne holê. ji ber wê divê bedena jinê yeke û divê bi vî awayî bê destgirtin." Duran, anî ziman ku jinên ku perwerde dibînin divê vê perwerdehiyê bi xwe re sînordar nekin û wiha axivî: "Divê bi jinên ku tevlî perwerdehiyan nabin an jî jinên derdor re parve bikin." (mb)