Şervanê YPS'ê Akman bi girseyî hat definkirin 2016-10-05 13:24:07 ŞIRNEX (DÎHA) - Şervanê YPS'ê Vasfî Akman (Baz Mordem Koçer) ê ku di berxwedana Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li Deştadarê bi girseyî hat definkirin. Şervanê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Vafsî Akman (Baz Mordem Koçer) ê ku di berxwedana rêveberiya cewherî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû li bajaroka Deştadarê ya navçeya Hezexa Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren û bi sedan welatiyan hat definkirin. Piştî ku malbatê cenazeyê Akman ji goristana bêkesan a gundê Îkîzce yê Şirnexê wergirtin anîn bajaroka Deştadarê. Di têketina bajarok de bi sedan welatiyan cenazeyê Akman bi dirûşmeyên, "Şehîd Namirin" pêşwazî kir. Girseya ku cenaze pêşwazî kirin heta goristana bajarokê meşiyan. Piştî duayan cenazeyê Akman di nav dirûşmeyên, "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" hat definkirin. (kom/no/mb)