Di 5'ê Cotmehê de mamoste li dijî derhuqûqiyan têdikoşin 2016-10-05 12:52:25 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li Tirkiye û Kurdistanê di 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê de, ji dêvla pîrozkirinê, li dijî derhuqûqî û pêkûtiyan bi hefteyan e ku mamoste di çalakiyan de ne. Di 1994'an de ji hêla UNESCO'yê ve piştî 5'ê Cotmehê wek Roja Mamosteyan a Cîhanê hat qebûlkirin, her sal li gelek welatan di heman rojê de ji hêla mamosteyan ve bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. Lê li Tirkiye û Kurdistanê 5'ê Cotmeha îsal, ji dêvla pîrozkirinê, bi çalakiyên protestokirina li dijî binpêkirina mamosteyan derbas dibe. Her wiha di vê rojê de, di sala 1966'an de li Parîsê Konferasansa Taybet a Navhukûmetan a Statuya Mamosteyan û Tawsiyeya Statuya Mamosteyan, ji aliyê Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) ve hatibû qebûlkirin. Li Tirkiye û Kurdistanê mamoste rastî çi tên? *Li Tirkiyeyê piştî hewldana 15'ê Tîrmehê, bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (KHK) yên piştî îlankirina OHAL'ê hatin derxistin re, 28 hezar mamoste ji kar hatin îxrackirin û zêdeyî 20 hezarî jî, ji ber lêpirsînan ji kar hatin dûrxistin. *Piştî 5 salan şûnde bi KHK'yan re dubare sepandina mamostetiya bi peymanî hat û 15 hezar mamoste, li gor encamên KPSS û OABT'yê boyî mulakatê hatin gazîkirin û ji vana tenê 5 hezar bi mulakatê hatin hilbijartin. *Mamosteyên bi peymanî piştî ku tayîna wan bê kirin, dê heta 6 salan nikaribin ji dibistana lê ne tayînê bixwazin. Her wiha mafê tayîna hevjîniyê jî tune ye. *Meha borî biryarnameyek hat derxistin û bi zêdehiya normî 40 hezar mamoste rastî cihguherînê hatin kirin. Ku dê ev mamoste li şûna mamosteyên ku bi îxrac û lêpirsînan ji kar hatin avêtin û dûrxistin bên bicihkirin. *Di 2014'an de MEB zagonek derxist û bi vê zagonê re gelek dibistan wek dibistanên projeyî hatin îlankirin. Û ji ber vê zagonê mamosteyên ku li van dibistanan ji ber 8 salên xwe tijekirine, ji mecbûrî 1187 mamoste ji van dibistanan veqetiyan. *Her wiha li gel van, bi taybetî li Kurdistanê hîn jî gelek mamoste bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kirine"tên binçavkirin, girtin û ji kar tên dûrxistin. Her wiha yek ji sendiqayên perwerdehiyê ya herî xurt Egîtîm-Sen a ku yek ji endamê 5'ê Cotmehê ye jî, ji dêvla pîrozkirinê boyî binpêkirina mafên mamosteyan li ber Wezareta Perwerdehiya Mîlî çalakiyek bi beşdarbûyîna bi sedan mamosteyî li dar xist û li dijî binpêkirina mafan û derhuqûqiyan bertek nîşandan. (red)