Serokê AYM'ê OHAL parast 2016-10-05 12:10:40 ENQERE (DÎHA) - Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan di merasima sondê de OHAL parast û diyar kir ku OHAL ne bêhiqûqê ye. Ji bo endamên nû ya AYM'ê merasima sondê hat lidardxistin. Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan di merasima sondê ya endamên AYM'ê Recaî Akyem û Yusuf Şevkî Hakyemez de, OHAL parast û diyar kir ku OHAL ne bêhiqûqê ye. Di merasima sondê de Seokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîr Bîn alî Yildirim û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî amade bûn. Aslan, rejîma OHAL'ê parast û destnîşan kir ku OHAL hiqûqî ye û ne li dijî hiqûqê ye. (mae)