Hewanên ku ne teqiyane gefan li derdorê dixwe 2016-10-05 12:01:35 BEDLÎS (DÎHA) - Hewanên neteqiyayî yên ku li bejahiya gundê Papîsnîx ê Bedlîsê ji aliyê leşkeran ve hatine avêtin ligel welatiyan gilî kirine jî nayên îmha kirin. Li bejahiya gundê Papîsnîxê yê ku 30 kîlometre ji Bedlîsê dure beriya çend rojan ji Qereqola Bolukyazi hewan hatin avêtin. Gelek hewanên ku li nêzî malên welatiyan û zeviyên wan ketin, ne teqiyan. Hewanên ku ne teqiyana gefan li derdor dixwe. Welatiyên gund gelek caran ji bo hewan bên teqandin gilî kirine lê ligel vê jî hewan nayên teqandin. (mb)