Serî dan lê Kobanê nedan 2016-10-05 11:44:52 AMED (DÎHA) - Gelê Kurd di sala6,7 û 8 Cotmeha 2014'an ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bişkînin li Kurdistanê rabûn ser piyan û dîroka Rojhilata Navîn guhertin. Ligel êrîşên dewlet û Hîzbulkontrayê jî heta dengê Kobanê hat bihistîn gel ji kolanan veneqetiyan û ji sedhezaran kesan 50 kesan di raperînê de jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di sala 2014'an yên li hemberî Kobanê ji gelek aliyan de nokteya jêveneger bû. Gotinên serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ên 'Kobanê hat ket ha dikeve' piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê raxistibû ber çavan, li ser vê çeteyên DAIŞ'ê di 5'ê Cotmehê de ketin bajar û tahlukeya ku dê qetlîamek mezin pêk were hat jiyîn. Li ser vê yekê bi sedhezaran kes li Tirkiye û Kurdistanê daketin kolanan û hemû kolan vegerandin qadên berxwdanê. Beriya 2 salan di 6-7-8'ê Cotmehê de li hemberî gelê ku derketin kolanan û berxwedanek dîrokî pêşxistin, di bin navê Partiya Hur Davayê de rastî êrîşên hêzên dewletê û Hîzbulkontrayan hatin. Di êrîşan de li Amed, Mûş, Êlih, Dîlok, Wan, Riha, Sêrt, Mêrdîn, Çewlig, Stenbol İstanbul, Îzmîr û Edeneyê 50 kesan jiyana xwe ji dest da. Gel qad xistin bin kontrola xwe Piştî berxwedana ku bi mehan domiya, li Kobanê bi çeteyan re şerê bajar hat meşandin û leşkerên tirk jî di 6'ê Cotmehê de gundên li sînorê Pirsûsê terk kirin û paşde reviyan. Li ser vê yekê li hemberî êrîşên li ser Kobanê gel li Kurdistan û Tirkiyeyê rabûn serhildanê û ev serhildan li hemû bajaran belav bû. Berxwedana li Pirsûsê destpêkir di demek kin de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bû. Li aliyekê ji 7 heta 70'ê salî gel ber bi sînoran ve meşiyan û li aliyê din gelê li Êlih, Amed û Wanê derketin kolanan li hemberî bi rojan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên piştgiriya xwe ji AKP'ê digirin li ber xwe dan. Gelê Kurd ku li hemberî qetlîamên ku dê li Kobanê bihatana kirin bêdeng ne man, li gelek bajaran avahiyên AKP'ê ku piştgiriyê dide çeteyan dagir kirin û gelek qad xistin bin kontrola xwe. Berxwedana kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar belav bû û gelê ku li Kurdistan û Tirkiyeyê daketin kolanan qad bernedan û li hemberî êrîşên li ser Kobanê sekinîn. Gelê li Êlihê daket kolanan, ber bi Fermandariya Cendirmeyan a bajar ve meşiyan, her wiha welatiyên ku li Amedê daketin kolanan bi çalakiyên xwe yên ku tevahiya bajar girtibûn bersiv dan êrîşan. Dîmenên serhildana 28'ê Adarê Li aliyêkê polîs û leşker, li aliyê din çeteyên Hîzbulkontra êrîşî gel kirin. Mînaka vê ya ber bi çav jî, ew e ku di 7'ê Cotmehê de polîs ji hemû qadan vekişiyan û di bin navê Partiya Hur Davayê de kolan ji çeteyên Hîzbulkontrayê re hatin hiştin. Di êrîşên li Amedê de dîmenên ku serhildana 28'ê Adarê bi bîrtîne hatin jiyîn û çar aliyên bajar vegeriya qadên berxwedanê. Di berxwedana ku bi rojan berdewam kir de, gelê ku kolan terk nekirin, rastî êrîşên hovane hatin û 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan welatî jî birîndar bûn û kujer jî ne hatin dîtin. Hin welatiyên ku li Tirkiye û Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan wihane: AMED * Yusuf Tokar, di 7'ê Cotmehê de li Sûrê ji aliyê polîsan ve bi çekê hat qetilkirin. * Mahsum Çoban ê 21 zalî ji aliyê endamên Partiya Hur Dava ve hat qetilkirin. * Ugur Ozbay ê 19 salî di 9'ê Cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. * Baver Şeyhanogullar ê 118 salî di 9'ê Cotmehê de ji aliyê endamê Partiya Hur Dava ve hat qetilkirin. * Mesut Menekşe ê 42 salî di 10'ê Cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. * Murat Dag ê 24 salî li Rezan dema diçû mala xwe polîsan ew qetilkirin. MÛŞ * Li navçeya Gimgimê ya Mûşê Hasan Buksur ê 25 salî bi guleya polîsan hat kuştin. ELIH * Li Êlihê Emrah Demir ê 23 salî bi guleya polîsan hat kuştin. WAN * Yunus Aktaş ê 19 salî di 9'ê Cotmehê de li Wanê bi guleya polîsan hat birîndarkirin û di 11'ê Cotmehê de hat qetilkirin. DILOK * Li Dilokê ciwana 19 salî Sevgi Alici di 9'ê Cotmehê de di şebakeya malê de bi guleya polisan hat qetilkirin. *Şahin Daghan (27), bi tifinga pombeyî hat qetilkirin. *Musa Bayram (26) ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. RIHA * Aynur Kudin (28) di 9'ê Cotmehê de ji ber bombeyên gazê ji ser hişê xwe çû û hefteyek şûnde li nexweşxaneyê jiyanaxwe ji dest da. SÊRT * Yusuf Çelik ê 17 salî li Sêrtê di 7'ê Cotmehê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin. 11 kes jî birîndar bûn. * Bavê Yusuf Çelik Necmettin Çelik (45), di heman êrîşê de li gel kurê xwe birîndar bû. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. * Nûnerê MEYADER'ê yê Misircê Mehdi Erdogan (35), di 7'ê Cotmehê de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin. * Davut Nas (19), di 8'ê Cotmehê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Kamil Taş (25) jî birîndar bû. * Şakir Çal (39) di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest da. MÊRDİN * Kerem Karaaslan (32), li navçeya Qoserê ya Mêdînê hat qetilkirin. * Bilal Gezer (29), di 8'ê Cotmehê de li Kerboranê ji aliyê endamên Partiya Hur Dava ve hat qetilkirin. * Sinan Toprak (16), li gel Gezer jiyana xwe ji dest da. * Abdulkerim Seyhan (29), dema diçû taziya Gezer û Toprak ji aliyê leşkeran ve hat gulereşandin û jiyana xwe ji dest dan. *Eshan Akdogan, li gundekî Kerboranê hat qetilkirin. STENBOL * Mert Degirmenci (18), di 10'ê Cotmehê de li Kobanê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Serdar Aslan (36), dema diçû mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. ÎZMÎR *Ekrem Kaçeroglu (38), bi guleyekê hat qetilkirin. EDENE *Ahmet Albay (65) di 9'ê Cotmehê de li pêş mala xwe hat qetilkirin. (mae/mb)