Darbeya leşkerî ditîn darbeya AKP'ê nedîtin 2016-10-05 10:54:57 ENQERE (DÎHA) - Çapemeniya ku di 15'ê Tîrmehê de xwe wekî li dijî darbeyan îlan kirin û deqîqe bi deqîqe dîmenên darbeya leşkerî ya li hemberî îktîdarê weşandin, darbeya AKP'ê ya li hemberî çapemeniya muxalif nedîtin. Di 15'ê Tîrmehê de hewldana darbeya leşkerî ya li hemberî hikûmetê pêk hat. Di 15'ê Tîrmehê de CNN, NTV û rojnameyên Sabah, Star, Yenîşafak, Huriyet, Milliyet ku li Tirkiye herî zêde tên nasîn di manşetên xwe de dan û deqiqe bi deqîqe bûyer şopandin û bi raya giştî re parve kirin. Lê rojnameyên ku xwe li dijî darbeyn îlan kirin û wekî rojnameger dan xuyakirin di darbeya îktîdara AKP'ê ya li dijî çapemeniya muxalif de ker û kor man. Îktîdara AKP'ê bi biryarên KHK'ê di 28'ê Îlonê de der barê 12 tv û 11 radyo bigiştî 23 weşanên çapemeniyê de biryara girtinê da. Piştî birarê duh û pêr qanalên televîzyonan ên wekî TV 10, ÎMC TV, Hayatın Sesî, Jiyan, Azadi, Ozgur Gun TV, radyoyên wekî Gun, Ozgur û Ses, Dunya, Karacadag, Ozgur Guneş û Rengîn ji aliyê polîsan ve hatin reşkirin û mohrkirin. Lê qanalên televîzyon û rojnameyên ku îddîa dikin ku rojnameger û weşanger in darbeya AKP'ê ya li dijî televîzyon û radyoyên muxalif ku dengê milyonan kesan e nedîtin û nebihîstin. Tenê rojnameyên Evrensel, Bîrgun û Ozgurlukçu Demokrasi girtina televîzyon û radyoyan kirin manşet û wekî darbeya li dijî çapemeniyê bi nav kirin. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi, bi manşeta "Heta deqeya dawî rastî" rojnameya Evrenselê bi manşeta "Mohr li jiyanê nakeve" derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameya Birgunê jî mohrkirina radyo û televîzyonan bi manşeta "Ji darbeyê ne cuda ye" çap kir. Rojnameya Cumhuriyetê jî ev pêkanîn bi surmanşetê da û got: "Azadî mohr kirin" Televîzyonên girêdayî AKP'ê û Koma Dogan ên wekî Hurriyet, Posta Milliyet, Sabah CNN, NTV jî girtina ÎMC TV ku ji dîmenên darbeyan ne cudatir bû qet nedît û nexistin rojeva xwe. CNN Turk di 15'ê Tîrmehê de diyar kiribû ku li dijî darbeyan in. (mae)