Qeyûm gef li keyayan xwar 2016-10-05 10:06:13 WAN (DÎHA) - Walî Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Qelqeliyê hatiye kirin, derket holê ku gef li keyayên taxan xwariye. Yek ji 25 şaredariyên DBP'ê yên ku qeyûm hatine tayîn kirin jî şaredariya Qelqeliya Wanê ye. Walî Serdar Karal ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin gef li keyayan xwar. Karal di 25'ê Îlonê de keyayên taxan li avahiya Gel a Perwerdeyê kom kirin, ji wan re axiftinek kir û bi gotinên "Hûnê neçin sersaxî endamên PKK'ê û hûnê ne çin pêşiya cenazeyên wan. Hûnê yên biçin jî şiyar bikin. Min ya xwe got êdî hûn dizanin" gef li keyayan xwar. Keyayekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku piştî gefên Karal keyayan ji Karal re gotine 'Yên ku cenazeyên wan tên yan xizm, an zarok an jî cîranên me ne, hûn çawa dikarin tiştek wiha ji me bixwazin. Em vê qebûl nakin.' Keya, anî ziman ku Karal gef li keyayên ku li hemberî wî derketiye xwariye û wiha got: "Kesekê ev yek qebûl nekir û nake jî. Em hemû xizmên hevin cenazeyên ku tên jî yên zarokên me ne. Ji destpêka civînê heta dawiyê qeymeqam gef li me xwarin. Lê çi dike bila bike em duh çawa bûn dê îro jî wisan bin." Karal, beriya niha jî bi artêşa ku ji tîmên taybet pêk tê 2 caran tevlî civîna meclîsê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bibû û ketibû rojevê. (mb)