Girtiyên li girtîgeha Şirnexê dest bi greva birçîbûnê kirin 2016-10-05 09:19:16 ŞIRNEX (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şirnexê ji bo ku lêpirsîna derbarê îsyanê de were zelalkirin û pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên tecrîdê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji ber êrîşên hêzên dewletê û qedexeya li ser bajar ev 7 meh in di nava tecrîdek giran de ne. Herî dawî di encama îsyana girtî û derketina agir de zarokên girtî yên bi navê Cerxwîn Akdenîz û Seyîd Riza Şaran jiyana xwe ji dest dabûn. Girtiyên siyasî ji bo ku lêpirsîna derbarê îsyanê de were zelalkirin û pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên tecrîdê bi dawî bibin dest bi greva birçîbûnê kirin. Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Şirnexê Parêzer Şeyma Ulper diyar kir ku girtiyan ji bo zelalkirina lêpirsîna derbarê îsyanê de hatiye destpêkirin demek zû bi encam bibe dest bi grevê kirine û ger ev yek neyê zelakirin dê girtî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bikin. (kom/no/mb)