Banga beşdarbûyîna danişîna Kamûran Yuksek 2016-10-05 09:08:33 AMED (DÎHA) – Di 7’ê cotmehê de, li Amedê dê yekemîn danişîna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek pêk bê. Beriya danişînê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Seydî Firat, ji boyî dawî li derhuqûqiya bê, bang li gelê Amedê û rêxistinên sivîl kir, da beşdarî danişînê bibin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, wek hincet xebatên wî yên partiyê hatiibûn nîşandan û di 13’ê gulanê de hatibû girtin û sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê hatibû kirin. Piştî girtinê dê yekemîn danişîna Yuksek di 7’ê cotmehê de li 5’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê. Danişîna ku dê hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) beşdarî wê bibin, Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Seydî Firat, beriya danişînê banga beşdarbûyînê kir. '145 roj e bi awayekî derhuqûqî girtî ye’ Firat da zanîn ku, ev 145 roj e Yuksek girtî ye û dst nîşan kir ku heta niha bi awayekî derhuqûqî li girtîgehê tê girtin û got, bi awayekî derhuqûqî girtina hevserokekî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Firat diyar kir ku, li dijî partiya wan êrîşên zêde hene, lê belê li gel hemû pêkûtî û êrîşan jî ew têdikoşin û anî ziman ku ew ê her tim li dijî êrîşan rawestin. 'Di 7’ê cotmehê de em li Edliyeya Amedê bin’ Firat, boyî danişîna Yuksek bang li hemû gelê Amedê û rêxistinên sivîl kir da beşdarî danişînê bibin û got ew bawerin ku, heke bertekên xurt xwe bidin der dê Yuksek azad bibe. Firat dest nîşan kir ku, heke di 7’ê cotmehê de bertekên xurt xwe bidin der, dê ev bertek seyra danişînê jî biguherîne û got, dê wê rojê hemû DBP’î li gel hevserokê xwe bin û dê li dijî vê derhuqûqiyê rawest in. Her wiha Firat got, dê DBP, HDK û KCK’yî jî dê beşdarî danişînê bibin û ew dê bi vî awayî êrîşan bişkînin. (red)