24 sal e li hestiyên kurê xwe digere 2016-10-05 09:06:58 MÛŞ (DÎHA)- Sakîne Demîra 80 salî ku ji Rihayê hat Mûşê, li hestiyên kurê xwe yî ku beriya 24 salan di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da digere. Sakîne Demîr (80) a ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, ji bo li hestiyên kurê xwe yî 24 sal berê jiyana xwe ji dest da bigere, ji Sêwrega Rihayê hat Mûşê. Malbata Demîr, piştî gelek lêgerîn û pirsînan, hîn bû ku kurê wan î di 1988’an de tevlî refên PKK’ê bûye, li Mûşê di pevçûneke di navbera hefteya dawî ya meha nîsan û 10’ê gulana 1992’an de li gel 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye û cenaze ji aliyê hêzên dewletê ve li bin Goristana Taşoyê, li Goristana Bêkesan hatine definkirin. Li ser vê Demîr ji bo testa DNA’yê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bajêr da û pişt re hat goristana bêkesan. Li goristana ku tê texmînkirin kurê wê lê hatiye definkirin dua kir û piştî duayan zêmar lewbandin. Demîr gelek caran serê xwe li ser axa goran danî û ew maç kirin. Demîr li benda biryara dozgeriyê ye. Demîra ku ev 24 sal e li benda hatina kurê xwe ye, tenê daxwaza wê ew e ku xwe bigihîne hestiyên kurê xwe. Demîr ji ber ku bawer nekiriye kurê wê jiyana xwe ji dest daye, bi salan şîn girênedaye û li gel temenê xwe yî zêde û nexweşîna pençeşêrê jî, daxwaza ew e ku hestiyên kurê xwe bibîne û gorek wî çêbibe. Her wiha hat ragihandin ku, dê dozgerî boyî testa DNA’yê di nava mehekê de biryarê bide. (red)