Qeyûm bi girtina saziya jinê û çandê dest bi kar kir! 2016-10-05 09:04:48 ZOZAN FENDÎK ŞIRNEX (DÎHA) – Li Silopiyayê qeyûmê hat tayînkirin, wek destpêk bi girtina saziyên jin û çandê dest bi kar kir. Şagirten saziyan, li dijî vê bertek nîşan dan û gotin, dibe ku deriyê avahiyan bê girtin, lê ew dê hêza xwe ya hunerî li her kolanê ava bikin. Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Silopiyayê bû, wek destpêk bi girtina Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê û Navenda Şêwirmendiya Jin ya Viyanê dest bi kar kir. Li dijî vê pêkûtiyê hevşaredara Silopoyayê, mamoste û şagirtên saziyên hatin girtin bertek nîşan dan. Ji mamosteyên Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê Talat Yeşîl da zanîn ku hikûmeta AKP’ê, di bin navê polîtîkayênd ewletê de her tim êrîşî çanda kurdan dike û wiha got, “Ev 8 sal e em li Silopiyayê xebatên çandî dimeşînin. Bi sala ye rayedarên dewletê ji bo ku çanda kurdî bi pêş nekeve, êrîşî saziyên çandî dikin. Îro jî qeyûmê ku hat tayînkirin, heman polîtîkayê li ser sazî û xebatên çand û jin dimeşîne. 200 saziyên vê saziyê hene. Ev şagirt jî ev 8 sal e çanda bav û bavpîrên xwe li herêmê didin jiyîn.” 'Li hemberî qeyûme li her kolane hûner' Yeşîl bi bîr xist ku weke her polîtîkayên dewletê yên bişavtina ciwanên kurd, îro jî heman polîtîkayên arasteyî ciwanan li Silopiyayê berdewam dikin û wiha domand: “Qeyûm dixwaze ciwanên Silopiyayê bi çanda xwe asîmîle bike. Lê em dibêjin ku em qeyûman nas nakin û em ê li dijî qeyûmê li her kolanê bi şagirten xwe re xebatên hunerî bidomînin. Em ê bi amûren xwe yên mûzîkê li taxan û kolanan deng bidin " 'Ev e 5 roj in em naçin saziyê' Şagirta erbaneyê û koma zarokan Rûken Şakî (12) jî li dijî girtina saziya çande da û got: "Em naxwazin saziya me were girtin. Her çiqas 5 roj in em naçin saizyê jî, ez û xwîşka xwe stranan distrên û li malê li dersa xwe yî erbaneyê dixebitin. Em dixwazin rojek berî rojekê saziya me vebe.” 'Qeyûm mafê me yî mûzîke bin pê kiri' Şagirta navenda çandê Rojîn Şakî jî diyar kir ku, ji bersaziya wan hatiye girtin ew gelekî xemgîn e û wiha axivî: "Niha ji ber ku sazî hatiye girtin dersên me jî nîvco man. Ji ber vê yekê ez gelekî xemgîn im. Her roj piştî em ji dibistanê dihatin, bi hevalên xwe re diçûn çandê û me li wir amûren mûzîke bi kar dianîn. Em li çandê fêrî gelek amûran dibûn. Lê niha qeyûm mafê me yî mûzîkê bin pê kiriye." 'Qeyûm nikare îradeya me ya hûnerî bişkîne' Xebatkara Navenda Çand û Hûnera Laleşê Berîtan Sîdar jî anî ziman ku, qeyûm tene avahiya çandê bi dest xistiye û wiha axivî: "Qeyûm dixwaze bi girtina saziya çandê, çanda kurdewarî li heremê bide jibîrkirin. Lê bila qeyûm bizane ku em ê hunera xwe li her qadê xurtir bikin. Qeyûm dixwaze ku ciwanên kurd yên li van saziyan peşketî û çanda bav û kalên xwe li cîhanê belav dikin, bi girtina saziya çandê terbiye bike. Lê em ê li mal xebatên xwe yên çandê berdewam bikin. Qeyûm nikare îradeya me ya hunerî bişkîne." 'Qeyûmê ji xwe re 4 dîwar girt' Xebatkara navenda çandê Hisna Alica jî got ku wan bawer nedikir ku saziya wan were girtin û wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê di bin navê qeyûmê de dixwaze çanda kurdan qir bike û bide jibîrkirin. Ji ber vê jî rêyên pêkenôkî diceribîne. Gelê kurd û ciwanên kurdan tu caran dest ji çand û zimanê xwe ber nade. Ji ber vê yekê ji bo me girtina avahiyekê ne giring e. Qeyûmê 4 dîwar ji xwe re girt. Vîn û hêza ciwanên kurdan dikare her derê, li her kuçeyê xebatên hunerî bimeşîne." 'Hedefa dewlet û qeyûmê jin e' Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer jî da zanîn ku karê qeyûmê yê yekem girtina saziyên peşengiya Silopiyayê dikir bû û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Îro em dinêrin ku qeyûm li dijî xebatên açndê derbe pêk anî. Her du sazî jî di hêla parwerdehiya ziman, çand û hunerê de gelek peşketî bûn. Qeyûm jî peşkeftina van saziyan tehemul nekir, çareseriyê di miftekirina deriyên saziyan de dît. Taybet jî weke her kes dizane dewlet û hikûmeta AKP'ê tehmulî hêza jina kurd nake. Ji ber vê yekê jî bi girtina navenda jinê dixwest hêza jinê bişkîne. Qeyûm xebatên bi salan tên kirin, niha ji holê radike. Ev ne etîk e, ne jî ehlaqî ye. Lê bila gelê Silopiyayê bizane, dê qeyûm bi van bêexlaqiyan negihêje armanca xwe.” 'Em li hemberî zilm û zordariye serî natewînin' Esmer helwesta qeyûmê ya li dijî xebaten ciwan û jinan şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hikûmeta AKP'ê bi tayînkirina qeyûman i destpêkê de derbe li hevşaredaran xist. Hikûmeta AKP'ê bi her rê û rêbazan erîşî me dike, lê bila baş bizane em tu carî li dijî zilm û zordariyê serî natewînin. Em wek hevşaredarên vî gelî ji bo her xebate û berpirsyariyê amade ne." (kom/no/red)