Li Licê li dijî binkeya leşkerî êrîş pêk hat 2016-10-04 19:30:20 AMED (DÎHA) – Li Licêya Amedê, ji aliyê HPG’yiyan ve li dijî Qereqola Qorxayê êrîş pêk hat. Piştî êrîşê gelek ambulans, sewqî herêmê hatin kirin. Li Licêya Amedê, gerîllayên HPG’ê di saetên êvarî de êrîşî Qereqola Qorxayê kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, piştî êrîşê pevçûn xwe da der û ev pevçûn demekê domiya. Piştî pevçûn bi dawî bû, gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Tê diyarkirin ku di êrîş û pevçûnê de gelek mirî û leşkerên birîndar hene. Her wiha piştî êrîşê jî, bejahiya gundên Qirêdarê û Xosorê rastî êrîşên bi topî hat. Li gel vê Qişleya Leşkerî ya YÎBO’yê jî bi topan re, bênavber saetekê herêm bombebaran kir. (red)