Bo çapemeniya azad çalakiya bêdengiyê 2016-10-04 18:55:18 DERSIM (DÎHA) – Li Dersimê, di roja 26’emîn a çalakiya ji bo mamosteyên ji kar hatin dûrxistin de, ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif jî çalakiya bêdengiyê hat lidarxistin. Li Dersimê, 85 mamosteyên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) mafên wan hat xespkirin, ev 26 roj e çalakî tê lidarxistin. Di heman çalakiyê de îro ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif jî çalakiya bêdengiyê hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ser Yeralti Çarsiyê hatin gel hev, dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Pişt re dijî êrîş û pêkûtiyên arasteyî çapmeniya muxalif girse nîv saetê çalakiya bêdengiyê li dar xist. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Çapemaniya azad nayê tepisandin” bi dawî bû. (red)