Li Oremarê operasyona leşkerî 2016-10-04 17:26:54 COLEMÊRG (DÎHA) - Li herêma Oremarê ya Geverê operasyona leşkerî ku duh piştî teqînê dest pê kiribû berdewam dike. Li herêma Oremarê ya navçeya Gevera Colemêrgê operasyona leşkerî ya ku duh piştî teqîna derbasbûna maşîneyê zirxî pêk hatibû destpêkiribû berdewam dike. Ligel gelek leşkeran hin cerdevanên gundan jî beşdarî operasyonê dibin. Hat ragihandin ku çoltara herêmê jî di bin topbarana qereqolên herêmê de ye. Her wiha gelek helîkopterên ji fermandariya jendermeyê ya navçeyê rabûn ber bi herêmê ve çûn. (gka/mb)