Parlamentoya Iraqê biryar da ku hêzên tirk ji Iraqê derkeve 2016-10-04 17:00:00 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya îro de ji bo hêzên Tirkiyeyê ji axa Iraqê bên derxistin li ser 7 biryaran li hev kirin û nerazîbûna xwe ya li hemberî dagirkeriya tirk dan. Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê parlamentoya Iraqê ya ku îro di bin serokatiya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de civiyan biryar derxistina hêzên Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê da. Di rûniştina parlamentoyê de mijara sereke hebûna leşkerên tirk a li Iraq û biryara Parlamentoya Tirkiyeyê ya dirêjkirina tezkereya ji bo Iraqê hebû. Parlamentoya Iraqê ji bo vekişandina leşkerên tirk li ser 7 xalan biryar da û ev biryar wiha ne; *Pêwîste hikûmeta Iraqê nûnertiya tirk a li Bexda vexwîne û nerazîbûna li hemberî dirêjkirina tezkereya ji bo hebûna leşkerên tirk a li Iraqê nîşan bide. *Pêwîste hikûmeta Iraqê hemû tedbîrên xwe yên dîplomasî û leşkerî ji bo parastina Iraqê bigire. Her wiha carek din peywendiyên xwe yên aborî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re li ber çavan re derbas bike. *Divê hikûmeta Iraqê ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Encumeniya Asayîşa Navneteweyî û Yekîtiya Ereban daxwaz bike ku bertek nîşa hebûna leşkerên tirk a li ser axa Iraqê bide û wan derxîne. *Pêwîste hikûmeta Iraqê hêzên tirk ên li ser axa Iraqê wekî hêzekî dagirker bibîne û ji bo derxistina wan xebata pêwîst bike. *Divê Iraq hemû danûstandinên xwe yên ligel Tirkiyeyê cardin berçavan re derbas bike. *Pêwîste hikûmeta Iraqê ji aliyên peywendîdar daxwaz bike ku der barê kesên mayîna leşkerên tirk li ser axa Iraqê destek dikin û daxuyaniyên ji bo piştgiriya wan didin, doz derbarê wan de bê vekirin. *Parlamentoya Iraqê daxuyaniya Erdogan ên der barê serweriya Iraqê de red dike û van wekî daxuyaniyên parçebûna pêkhateyên Iraqê dibîne. (mb)