Zarok: Hûn çima ji Şirînokan ditirsin! 2016-10-04 15:47:36 EDENE (DÎHA) - Zarokên Edeneyê bertek nîşanî girtina Zarok TV dan û diyar kirin ku AKP ji Şirînokên ku ew temaşe dikin jî ditirse û wiha gotin: "Ma çi zirara zarokan ji we re hebû ku ew Zarok TV girt." Bertkên li hemberî girtina televîzyonên ku bi biryarnameya KHK'ê hatine girtin zêde dibin. Zarokên li Edeneyê bertek nîşanî girtina Zarok TV dan. Zaroka bi navê Gulîstan Helîn Ozbay, da zanîn ku girtina Zarok TV yek ji polîtîkayên asîmîlastyonê ya li hemberî zimanê kurdî ye û wiha got: "Dewlet ji bo nifşekê ji têkoşînê bêxeber ava bike çi ji destê wê tê dike. Dewlet li ser zarokan lîstikan dilihîze û tehemûlî fîlîmkartûnên ku em temaşe dikin jî nakin. Dewlet ji zarokên ne hatine dinê û ji Şirînokên ku zarok temaşe dikin jî ditirse. Her çiqas Zarok TV hatibe girtin jî em ê fêrbûna zimanê xwe û çanda xwe bidomînin." Zarokê bi navê Delîl Bakir ê 9 salî da zanîn ku wî gelek ji Zarok TV hez dikin, gelek tişt jê hîndibûn û wiha pêde çû: "Ma çi zirara Zarok TV hebû. Tenê ji bo zarokan weşan dikir. Ma çi zirara zarokan çêbû ku we Zarok TV girt. Em tenê fêrî zimanê xwe dibûn. Em zarokin, kurdin û em ê bi kurdî biaxivin." 'Em dixwazin Zarok TV carekdin were vekirin' Zarokê bi navê Denîz Tavîlolgullari yê 8 salî destnîşan kir ku piştî Zarok TV hat vekirin wî kurdiya xwe pêşxistiye û wiha domand: "Roja me bi Zarok TV destpê dikir. Bernameyên ku herî zêde min jê hez dikir bernameya dîroka kurdan û stranên kurdî bû. Ez û birayê min ê 4 salê ji ber girtina Zarok TV gelek xemgînin. Ez kanala zarokan bû we çima girt? Em li dibistanê bi kurdî hîn nabin. Em dixwazin Zarok TV carekdin were vekirin." Zaroka bi navê Nefer Ozbay a 10 salî jî bertekên xwe wiha anî ziman: "Dema Zarok TV hat girtin ez gelek xemgîn bûm. Bi zorê zimanê me yê dayikê tune dikin. Ji bo em kurdî fêrnebin dewlet tişta ji destê wê tê dike." (mb)