Nûçegihanên ku girtina radyoyê dişopandin hatin binçavkirin 2016-10-04 15:32:23 STENBOL (DÎHA) - Polîsên bi biryarnameya serokwezîr bi ser avahiya Ozgur Radyoyê de girtin, nûçegihana JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp jî binçav kirin. Polîsên Şaxa Malî û Şaxa Ewlehiyê bi biryarnameya KHK'ê bi ser avahiya Ozgur Radyo ya ku di nava 12 TV û 11 radyoyên derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn de girtin. Nûçegihana JINHA'yê Oyku Dîlara Keskîn û nûçegihana ETHA'yê Pinar Gayîp ku ji bo serdegirtina Radyoyê bişopînin çûn ber avahiya radyoyê ya li Kadikoyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. (mb)