TGS: Li mafê xwe yê nûçeyan xwedî derkevin 2016-10-04 15:10:55 STENBOL (DÎHA) - TGS, reşkirina qanalên televîzyon, qutkirina weşan û dengê radyoyan û serdegirtina polîsan a radyo û televîzyonan şermezar kir û ji her kesî xwest ku li mafê xwe yê agahî û nûçeyan xwedî derkevein. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), têkildarî girtina televîzyon û radyoyên ku weşana wan hat qutkirin û serdegirtina polîsan daxuyanî da. TGS'ê serdegirtina polîsan û qutkirina weşanên radyo û televîzyonan şermezar kir û wiha gt: "Şevê din polîsan bi ser avahiyên Zarok TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, Azadi TV û Gun tv-Radyo de girtin. TRUK'ê îro jî dengê Hayatın Sesî TV û ÎMC TV qut kirin. Hem avahiyên wan muhur kirin û hem rê li weşana înternetê û alternatif jî girtin. OHAL 3 mehên din dirêj kirin. Dixwazin bi KHK'ê demokrasiyê têxin meriyetê. Em van pêkanînên dijdemokratîk şermezar dikin. Em wekî TGS'ê van erîşên li ser çapemeniyê şermezar dikin. Em bang li her kesî dikin ku li mafê xwe yê nûçeyan xwedî derkevin." (mae)