Belavkarê hat berdan dîsa hat binçavkirin 2016-10-04 15:08:22 WAN (DÎHA) - Belavkarê Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayhan Yildirim ê ku duh li Erdîşê hatibû berdan careke din hate binçavkirin. Belavkarê Azadiya Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê Ayhan Yildirim ê ku duh li Erdîşa Wanê hatibû berdan careke din hate binçavkirin. Yildirim ê ku li cadeya Zeylanê rojname belav dikir bi gotina "ma tu dîsa rojnameyê belav dikî, tu nabî mirov, em ê dizanin te bikin mirov" hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Yildirim bevlkirina rojnameyê ye. (sa)