Başlangiç: Ji ber ku em li cem gelê kurd in tên darizandin 2016-10-04 14:25:03 STENBOL (DÎHA) - Rojnameger Celal Başlangiç ê ku ji ber piştgiriya Ozgur Gundemê bûbê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê derket pêşberî dadger di parastina xwe de wiha got: "Em ji ber ku bi gelê kurd re ne tên darizandin." Rojnameger Celal Başlangiç ê ku ji ber piştgiriya Ozgur Gundemê bûbê Gerînendeyê Giştî yê Weşanê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derket pêşberî dadger. Başlangiç beriya dozê daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ji ber ku piştgirî daye Ozgur Gundemê tê darizandin. Başlangiç wiha got: "Ji ber ku em mafê ragihandinê ya gel diparêzin tên darizandin, di esasê xwe de jî ji ber ku li cem gelê kurd in tên darizandin. Ev darizandin di heman demê de tê wateya ku 'tu çima li cem kurdan disekinî' ye." Başlangiç bilêv kir ku heta niha nêzîn 100 rojnamger ji ber ku piştgirî dane kampanyayê hatine darizandin û pêkûtî nîşan dide ku piştevaniya ku didin çiqas mafdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî ji bo piştevaniyê be jî rojnameyeke bi navê Ozgur Gundem tuneye. Deriyê wî kilît e. Ji wê demê heta niha ev pêkûtî tenê bi Ozgur Gundemê re nema bi dehan weşan hatin girtin. Deriyên weşanan hat mohrkirin. Ev tiştên ku tê kirin azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê radixe ber çavan. Ev darbeyeka dest pê kir bi AKP'ê re hat temamkirin e." Piştre Başlangiç derbasî salona daneşînê bû. Midûrê Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ê li Girtîgehat Hejmar 9 a Sîlîvriyê ye jî anîn danişînê 'Li girtîgehê mafên me tên astengikirin' Kizilkaya piştî tespîtkirina nasnameyê parastina xwe kir û diyar kir ku li girtîgehê di bin tecrîdê de tên girtin û ji bo parastina xwe bike ji dadgehê dem xwest. Kizilkaya di daxwaznameya ku pêşkêşî dadgehê kir de anî ziman ku li girtîgehê gelke mafên wan bi hinceta OHAL'ê tên astengkirin. 'Gefa em ê wekî Mûsa Anter bikijin' Kizilkaya anî ziman ku piştî hate binçavkirin heta niha rastî îşkenceyê tê û wiha axivî: "Dema ku em di 16'ê tebaxê de hatin binçavkirin polîsan gefa em ê wekî Mûsa Anter we bikujin, bavêjin bîrên asitê. Piştre dema ku hatim girtin li Sîlîvriyê ji aliyê gardiyananv e rastî lêgerîna tazî hatim. Wê roê heta niha bi hevalê xwe Bîlîr Kaya re di bin tecrîdê de tên girtin. Piştî hewldana darbeyê hejmara leşkerî ya 12'ê îlonê tê ferzkirin. Rojnameyên Cumhuriyet, Evrensel, Bîrgun nadin, gelek mafên mu bi hinceta OHAL'ê tê astengkirin. Dozên min bi temamê yên rojnameygeriyê ne. Rojnamgerî ne sûc e. Ji bo ku bikaribin parastinê bikim demê dixwazim." 'Hejmara rojnamegerên girtî ji 100'î derbas bû' Başlangiç jî di parastina xwe de got ku Tirkiye ji dest pêkê heta niha di warê azadiya çapemeniyê de welatekî bi pirsgirêk e. Başlangiç wiha axivî: "Lê pêvajoya dawî Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de kir dojeha rojnameger û muxalîfan. Di dest pêka 2016'an de 31 rojnameger di girtîgehê de bûn. Di nava 10 mehan de hejmara rojnamgerên girtî 100'î derbas bû. Ev dane nîşan didin ku rewş çiqas konjonkturel e." 'Sûcê ku min di 41 salan de nekiriye di saleke de kiriye' Başyangiç di berdewamê de wiha got: "Ez 41 sal in rojnameger im. Di 30 salan de têkîldarî pirsgirêka kurd bi hezaran nûçe, hevpeyvîn, gotar nivîsand. Heta nihe 8 pirtûkên min ên hatine weşandin hene. Ji wan 4 têkîldarî pirsgirêka kurd in. Bi Abdullah Ocalan re hevpeyvîn çêkir. Beriya hilbijartinên 7'ê hezîranê çûm Qendîlê û bi Cemîl Bayik re hevpeyvîn kir. Têkîldarî vê jî lêpirsîn nehat vekirin. Bêguman min tenê Cemîl Bayik re hevpeyvîn nekir, bi Suleyman Demîrel, Bulent Ecevît, Necmettîn Erbakan, Kenan Evren, Turgut Ozal, Erdal Înonu, Denîz Baykal, Kemal Kiliçdaroglu re jî hevpeyvîn kiriye. Sûcên ku min heta niha nekiriye dema ku bûme Gerînendeyê Weşanê yê Giştê yê Ozgur Gundemê. Ji bo sûc bê kirin min texrîk kiriye, pesnê sûc û sucdar daye, propagandaya rêxistinê kiriye. Di esasê xwe de mi 41 selan belasebeb rojnamegerî kireye. Ev sûc hemû min dikaribû wekî Gerînendeyê Weşanê yê Giştê yê Ozgur Gundemê bikira." 'Ez çima rojnamegeriya xwe bikujim' Başlangiç hemû sûcên der barê xwe de red kir û anî ziman ku di bingeha rojnamgeriyê de li dijî şer û pevçûnan rawestandin heye û wiha got: "Ji ber ku di şerekî de ewil rastî dimirin. Li cihê ku rastî bimire jî rojnamegerî jî dimire. Ez çima pesnê û sucdar bidim, propagandaya rêxistinê bikim û rojnamegeriya xwe bikujim." Başlangiç di parastina xwe de got ku ew ê piştevaniyê xwe bidomîne. Piştî parastinan doz taloqî 24'ê mijdarê kir. (sa)