'Gelo cenazeyê me tevî molozan davêjin? 2016-10-04 11:46:56 MÊRDÎN (DÎHA) - Malbata Necmettin Dogan yê li Nisêbînê di berxwedana rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest da, li gel hemû serlêdanan nagêjin cenazeyên xwe. Malbatdê gotin "Gelo cenazeyên zarokên me jî tevî molozan davêjin derve?" û bertekên xwe anîn ziman. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn di berxwedana rêveberiya herêmî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Ciwanên ku di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan gelek jê cenazeyên wan winda ne. Malbatên ku bi şopa cenazeyên xwe ketine nikarin cenazeyan bibînin. Malbata endamê YPS'ê Necmettin Dogan (18) ku di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da, 4 mehin bi şopa cenazeyê kurê xwe ketine, lê hêj cenazeyê kurê xwe negirtine. Dogan di 7'ê Gulanê de li navçeya Nisêbînê jiyana xwe ji dest da û hêj ne diyar e cenaze li ku ye. Malbata Dogan ji bo teşhîskirina cenaze serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê dan, lê hê jencama testa DNA'yê diyar nebûye. Hat diyarkirin ku Dogan li taxa Gelhat (Abdulkadirpaşa) jiyana xwe ji dest daye. lê hêj ev tax di bin dorpêça hêzên dewletê de ye. Ji ber ku li 6 taxên Nisêbînê dorpêç didome, tê gotin ku gelek cenaze hêj li kolanan in û nehatine definkirin. Bavê Mehmet Şerif Dogan, diyar kir ku hêzên dewletê bi kepçeyan xaniyên taxan tev xera kirine û bi fikarin ku hêzên dewletê bi kepçeyan tevî molozan cenazeyên zarokên wan jî avêtibin. Dogan, anî ziman ku tê gotin ku li şûna cenazeyan bibin nexweşxaneyan, dibe ku cenazeyan tevî molozan davêjin. Dogan, anî ziman ku 10 rojin bi hevî bûn ku cenazeyê xwe bibînin, lê piştî ev tax hatin xerakirin û bi kepçeyan molozan davêjin derve fikarên wan zêde bû. 'Di navbera me de 100-200 metre heye' Dogan, anî ziman ku di navbera wan û taxên ku zarokên wan lê de 100 -200 metre heye û wiha got: "Êm heta têlan çûn, lê em nekarîbûn têkevin taxê. Niha taxa Kanika tev xera kirine û dem û dûz irine. Xerakirina li taxên Gelhat û Yenişehirê didome. Xerakirina li van taxan fikarên me zêde dikin. Agahiya me ji cenazeyên me tune. Em nizanin ku rewş çiye. Ev fikarên me zêdetir dike. 'Ez dixwazim gorek wî heme ku ez hembêz bikim' Dayika Necmettin Dogan Rafia Dogan jî anî ziman ew tenê dixwazin bigêjin cenazeyê kurê xwe û gorek kurê wê hebe ku gora kurê xwe hembêz bike. Dogan, anî ziman ku niha ew li aliyekî û kurê wan li aliyekî din e. Em niha nihazin cenazeyê kurê me li ku ye. Em dixwazin cihê wî diyar be, gora wî diyar be û em wî hembêz bikin. Em bang li hemû mirovan dikin ku ji bo cenaze bên dîtin hestiyar tev bigerin." (mae)