Derbarê Gerînendeyên Giştî yên nobedar de îdîaname hat amadekirin 2016-10-04 11:27:43 STENBOL (DÎHA) - Îdîanameya ku derbarê Tugrul Eryilmaz, Çîlem Kuçukkeleş û Dîcle Anter de ji ber ku alîkarî dane rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Ji ber di çarçoveya kampanyaya "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" ya Ozgur Gundemê de Tugrul Eryilmaz, Çîlem Kuçukkeleş û Dîcle Anter tevlî kampanyayê bûn derbarê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê rojnamegeran de îdîaname amade kir. Di îdîanameya ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin de nûçe û nivîsên di rojnameyê de derketine wekî delîl hatin nîşandan û dozger xwest rojnameger bi îdîayên "pesnêna sûc û sûcdar dane", "propagandaya rêxistina terorê kirine" û "daxuyaniya rêxistinê weşandine" bên darizandin. Di çarçoveya lêpirsînên hatine vekirin de dê Midûrê Karên Nivîsan ê rojnamê Înan Kizilkaya jî bi heman sûcdariyan bê darizandin. Îdîanameya hat amadekirin ji aliyê 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. (mb)