Qeyûm xwe li pişt dîwarê beton vedişêre 2016-10-04 11:02:44 WAN (DÎHA) - Walî Mehmet Şîrîn Yaşar ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin li derdora mala xwe dîwarê beton ê ji 3 metreyan pêk tê, çêdike. Walî Mehmet Şîrîn Yaşar ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin, li derdora mala xwe ya li ser Kolana Van Yoluyê ye nahêle çûkek jî bi fire. Mala qeyûm ku ewlehiya wê derxistine lûkeyê, niha jî mal bi dîwarên ji betonê tê parastin. Xebatên ji bo avakirina dîwarê betonê ku ji dirêjahiya wê digihije 3 metreyan didomin û li ser serê karkerên ku dîwar çêdikin jî polîs nobedê digirin. (mb)