Şaredarê AKP'î bi diziya 5 salan zevî û xanî kirîn 2016-10-04 09:17:09 WAN (DÎHA) - Şaredar û Midûrê Xizmeta Malî Westanê yê berê yê AKP'î Nazmî Sezer û Osman Kiziltaş ê di salên 2009 û 2014 de li Westanê şaredarî kir, bi diziya 5 salan, zevî û xaniyên hêjayî milyonan tl kirîn. Şaredarê Westanê yê AKP'î yê berê Nazmî Sezer û Midûrê Maliyê Osman Kiziltaş ku bi dizî û nelirêtiyê ketin rojevê, derket holê ku di 5 salên şaredariyê de bi milyonan pere dizîne û pê zevî û xanî kirîne. Şaredarê Westanê yê AKP'î Nazmî Sezer û Midûrê Xizmeta Maliyê Osman Kiziltaş ku di nava salên 2009 û 2014'an li ser kar bûn, bi 14 Milyon TL nelirêtî kirin. Hevşaredar û midûrê wî belgeyên sexte bi şîrketên hevkarên xwe re îmze kirine û wekî ku mal ji bo şaredariyê j wan re stendibe nîşan daye. Şaredarê Berê Sezer û Midûrê wî Kiziltaş ji ber dizî kirin li pey xwe 14 Milyon tl deyn hiştin. Derket holê ku bi buhayê milyonan tl zevî û daîre tendine. Nazmi Sezer ku di hilbijartina 2014'an de di AKP'ê de wekî namzet hat nîşandan, derket holê ku li taxa Bahçelievlerê 15 dolim zevî û li ser vê zeviyê vîlla ya 4 qat stendiye. Hat zanîn ku buhayê zeviyê 100 hezar tl ye. Di avakirina vîllayê de jî tê gotin ku bi sed hezaran tl pere hatiye xerçkirin. Dîsa der û dora vîllayê bi dîwarên betonî yê 2 metre hatiye pêçan. Dîsa derket holê ku Sezer alav û amûrên înşatê ku ji bo şaredariyê xwestiye di întaata xwe de bikar anîye. Dîsa derket holê ku bi buhayê milyonan tl zevî û xanî li Antalya û Aydinê stendiye. Hat zanîn ku Midûrê Xizmeta Malî Osman Kiziltaş jî berî bê ser kar pir xizan bûn, piştî hat ser kar bi sed hezaran razemenî kiriye. Derket holê ku Kiziltaş, bi 14 Milyon tl nelirêtî kiriye. Di nava salên 2009 û 2014'an de li taxa Karşiyaka xaniyê 2 kat ava kiriye û li li hemberî Girava Axtamara li herêma Kerataşê xaniyê 4 qat avakiriye. Dîsa zeviya hêjayî 100 hezar TL li herêma Kerataş kiriye. (mae)