Ji bo bikin qereqol dibistan ji nûve tên çêkirin 2016-10-04 09:16:51 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê ku qedexeya derketina derve lê didome û ji sedî 70 bajar hatiye xirakirin, jinûve çêkirina dibistanan balê dikişîne. Li Şirnexê di 14'ê Adarê de qedexeya derve hatibû îlankirin, ligel ku di 3'ê Hezîranê de hat ragihandin ku operasyon bi dawî bûne jî, qedexe hîna didome. Ji dema îlankirina qedexeyan heta niha xirakirina bajar berdewam dike. Li bajar dibistanên ku ji ber êrîşan xirabûne ji nûve tên çêkirin. Hat dîtin ku banê avahiyên dibistanê tên çêkirin û ji bo zivistanê tên amadekirin. Gelê Şirnexê wekî welatiyên din bi fikarin ku dê dibistanên li bajarê wan jî wekî yên din ji aliyê polîsan ve wekî qereqol bên bikaranîn. Her wiha li dibistanên ku tên çêkirin û ji bo sala nû ya perwerdehiyê tên amadekirin, destûr nayê dayîn ku mamosteyên kurd ders bidin xwendekaran. (mb)