‘Şîlanê zilm qebûl nedikir’ 2016-10-04 09:15:38 RIHA (DÎHA) -Dayika Endama YPS-JIN’ê Şîlan Yildirim a li Silopiyayê jiyana xwe ji dest dabû behsa keça xwe kir û wiha got, “Şîlan digot, ‘Ez ê ji bo azadiya jinê têbikoşim.’” Zahîde Yildirim, dayika endama YPS-JIN'ê Şîlan Yildirim (Ronahî Amara) a di 12’ê îlonê de li gundê Ribehiyê yê Silopiyaya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, behsa keça xwe kir û wiha got,”Şîlanê tim digot ‘Ez ê boyî azadiya jinê têbikoşim.’ Ji ber vê yekê her tim wê, bav û birayê xwe re di vî warî nîqaş dikir. Tim dixwend.” Yildirim diyar kir ku piştî ku ew koçî Mêrsînê dikin, Şîlanê her tim bi hesreta ax û gundê xwe bûye, di her kêliyê de behsa warê xwe dike. Dayik Yildirim, da zanîn ku piştî Şîlanê digihêje û xwe nas dike, rêya xwe jî diyar dike û tim ji bo jiyana li warê xwe têdikoşe û wiha behsa çûyîna keça xwe kir: “Lendekareke xwedî sekneke bilind bû. Dema wê ji boyî civake xwe tiştek arst bidîtana, dikir. Ji têkoşînê hez dikir. Boyî vê, canê xwe da.” ‘Qetilkirina her sê jinên siyasetmedar zêde bandor lê kir’ Bavê Yildirim, Halîl Yildirim jî wiha behsa keça xwe kir: “Şîlan jineke pir delal bû û ya mey î herî biçûk bû. Ji ber vê me pir jê hez dikir. Li dibistanê jî yeke serkeftî bû. Her tim bi pûnên zêde ezmûnên xwe derbas dikir. Lê ji ber rewşa me yî aborî nebaş bû, nedixwest biçe dibistanê.” Yildirim da zanîn ku li qetilkirina her sê jinên siyasetmedar ên li Parîsê bandreke zêde li keça wî kiriye û wiha axivî: “Dema ji wan şoreşgeran cenazeyê Leyla Şaylemezê ji Fransayê anîn Mêrsînê, Şîlanê xwest beşdarî merasîma cenazeyî bibe. Lê li ber dibistanê Muduriyeta Polîsan heye, nahêle tu kes beşdarî merasîmê bi. Ev tişt zêde bandor li Şîlanê kir.” Hîn li dibistanê ye, li dijî ilmê serî hil dide Birayê Yildirim, Yûnûs Yildirim jî bi bîranînekê behsa xwişka xwe kir û wiha got, “Dema hîn li pola 4’em bû, mamosteyekî wan hebû. Tim li zarokên kurd dixist. Ji ber vê yekê Şîlanê jî ji zarokên kurd îmzeyan berhev dike û li muduriyeta dibistanê giliyê vî mamosteyî dike. Piştî Şîlan gilî kir, mamoste hat mala me. Şîlanê bertek nîşanî wî da û got, ‘Çima tu li zarokên kurd dixî. Tu mamosteyekî faşîst î. Tu yê ji zarokan lêborîna xwe bixwazî. Wê demê ez ê giliya xwe bi paş ve bikişînim.’ (mhy-mp/red)