Şaredariya AKP'yî çemê nava bajar kiriye qenalîzasyon 2016-10-04 09:15:18 RIHA (DÎHA) – Şaredariya Riha ya AKP'yî Çemê Karakoyûn ê di nava bajar re derbas dibe kiriye qenalîzasyon. Ji ber bêhna genî mirov nikare di tenişta çem re derbas bibe. Welatî û esnafan bertek nîşan dan û gotin: “Çem nayê parastin û bi ava qenalîzasyonanê qirêj dibe." Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gelî Karakoyûnê ya 500 metre dûrê xwe, piştguh kiriye û gelî ji gemar û bêhna genî, nerihetiyeke zêde dide hawirdorê. Gel û esnafan, li ser vê piştguhkirina şaredariyê nerazîbûn û nerihetiyên xwe anîn ziman û bertek nîşan dan. Esnafê bi navê Tahsîn Bîrgul, ji ber piştguhkirina gelî nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got, "Bi taybetî di havînê de, ji çop û bêhna nerihetiyek zêde xwe dide der. Gelî tam li ber dikana min e û tesîreke wê yî neyînî heye. Di demên borî de, boyî Geliyê Karakoyînê hin xebat hatibûn kirin. Lê niha şaredarî wê piştguh kiriye. Hemû ava qenalîzasyona diherikê.” Bîrgul bang li şaredariyê kir û got divê dest bavêje gelî û wiha got, “Pêwîst e şaredarî salê du sê caran paqijiya vî geliyî bike. Bla rayedar dengê me bibihîzin û demildest tevbigerin.” Ji esnafên bajêr Ahmet Mermertaş jî wiha got, "Li gelî çalek mezin kortek mezin vebûye. Di Germa havînê de, em ji ber çop û bêhna genî niakrin tevbigerin. Me gelek caran di vî warî de rayedar hişyar kirin û telefonî wan kir. Lê tu xebat nehatin kirin. Merciyên berpirsiyar peywira xwe bi cih nayinin.” Li ser vê yekê, bi rêya telefonê em li Gerînendeyê Parastina Haiwirdorê ya girêdayî şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê geriyan û boyî ragihand ku xebatên paqijkirinê bes bi 20 xebatkarî tên kirin, boyî vê kepçe û maşîne lazim in û got, paqıjkırına geli zehmet e. (mhy-mp/red)