Girtîgeh veguherî, mala îşkenceyê! 2016-10-04 09:12:45 SELMAN KELEŞ ERZIROM (DÎHA)- Bi OHAL’ê re, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên nexweş ên giran jî di nav de li dijî 20 girtiyên siyasî, binpêkirinên mafan her diçe dijwartir dibin. Bi îlankirina OHAL’ê re, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê binpêkirina mafan a li dijî girtiyên siyasî veguherî îşkenceyê. Girtiyên ku mafên wan î hewadarî û sporê ji dest wan hat girtin, amûrên wan î tiraşê, miçûng, meqesên biçûk hwd. hemû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi awayekî kêfî hatin desteserkirin. Bêyî hincet bê nîşandan mafên wan î telefonê ji dest wan hat girtin û li gel vê bi hinceta “xetere” ne rojname, name û kovarên wan jî tên desteserkirin. Ji bo paqijkirina qawîşên xwe vîllada û firçe bo girtiyan nayê dayîn, ji ber vê girtî bi potik û paçan qadên xwe yî jiyanê paqij dikin. Rewşa 20 nexweşên siyasî her diçe xerabtir dibe! Qawîşên 3 kesî, ji ber girtinên zêde êdî veguherîna qawîşên 8 kesî. Nexweşên giran jî di nav de, 20 girtiyên siyasî her ku diçe rewşa wan î tenduristî xerabtir dibe. Li gel dernexistina revîrê, bi hinceta “ewleyiyê” destûra şandina nexweşxaneyê jî bo wan nayê dayîn. Girtiyên nexweş ên li qawîşên qelebalix tên girtin, her diçe rewşa wan xerabtir dibe û li gel vê jî dermanên ku berê bi kar dianîn jî bo wan nayên dayîn. Bi qasî ku karibin paqijiya xwe pê bikin ava germ jî boyî girtiyan nayê dayîn û li gel vê betanî û newresimên paqij jî nayên dayîn. ‘Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan!’ Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Erziromê Medenî Aygul got, li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê yên giran jî di nav de rewşa 20 girtiyên siyasî her diçe xerabtir dibe. Aygul diyar kir ku, divê hikûmet demildest bo girtiyên nexweş gavekê biavêje û wiha axivî: “Şik û gumanên me her roj zêde dibin û ditirsin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Çimkî di nav wan de girtiyên rewşa wan zaf giran hene. Bi pêvajoya dawî re rewş xerabtir bû. Heke li girtîgehan tiştek bê serê girtiyan, berpirsiyarê vê hikûmet e. Ji ber vê, divê di serî de demildest girtiyên nexweş bên berdan. An jê, dê rewş xedartir bibe.” ‘Girtî tên îşkencekirin’ Aygul binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest nîşan kir û got, li girtîgehan bi awayekî kêfî girtî rastî îşkenceyan tên. Aygul wiha axivî: “Li vir, her roj binpêkirinên mafan ên cuda cuda pêk tên. Divê em vana piştguh nekin. Ez bangî Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê dikim, li dijî vê guhnedêriyê nekin. Li girtîgehan girtî rastî îşkenceyan tên û her kes li hemberî vê rewşê bêdeng e. Mehmet Metînerê AKP’yî jî dibêje, ‘Em ê li girtîgehan binpêkirinên mafan venekolin.’ Fikrê mirov çi dibe bila bibe, lê divê gotinên wisa neyên kirin. Gotinên bi vî rengî îşkenceyê rew dikin. Divê demildest, dev ji van pêkûtiyên dermirovahiyê bê berdan.” (red)