Irmak: Tu kes nikare rojê tarî bike 2016-10-04 09:09:47 ENQERE (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Colemêrgê girtina televîzyon û radyoyan rexne kir û diyar kir ku AKP ji ber ji rastiyan ditirse dixwazin bi girtina radyo û televîzyonan rastiyan reş bikin û ji civakê veşêre. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak bertek nîşanî girtina televîzyon û radyoyan da û wiha got: "Armanca girtina televîzyon û radyoyan reşkirina rastiyan e. Bila baş bê zanîn ku tu kes nikare rastiyan veşêre û rojê tarî bike. Îktîdara AKP'ê ji rastiyan ditirse û naxwaze rastiyên civakê ji raya giştî re bên parvekirin. Çapemeniya Azad her tim rastî bi civakê re parve kiriye. Ji bo rastiyên civakê neyên dîtin û qirêjiyên AKP'ê dernekevin holê AKP Çapemeniya Azad asteng dike." 'Çapemeniya Azad wijdana gel e' Irmak diyar kir ku Çapemeniya Azad çav, guh û wijdana raya giştî ye û wiha got: "Çapemeniya Azad çav, guh û wijdana gelê kurd û raya gistî ye. Rastiyên ku îro li Tirkiyeyê tên gotin ji aliyê Çapemeniya Azad ve tên gotin. Ji ber Çapameniya Kurd her tim li hemberî hikûmetê mafê gelê kurd û demokrat diparêze û li hemberî wan mûxalîf tev digere dibe hedef tê reşkirin û girtin." 'AKP ji çapemeniya Azad ditirse' Irmak destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji Çapemeniya Azad ditirse û axaftina xwe wiha domand: "Em baş dizanin ku sedema van êrîşan tirsa rayedarên Tirkiyeyê ye. Rayedarên Tirkiyeyê ji sekna çapemeniya kurd ditirsin. Naxwazin derew û qirêjiyên wan derbikevin holê. Dixwazin derew û manîpîlasyonên xwe wekî rastî di raya giştî de pêk bînin. Ji wan re kesên ku rastiyan binivîsînin na yên ku derewan dinivîsînin û rastiyan berovajî dikin pêwîst in." 'Dengê azadiya gelê kurd nayê qutkirin' Irmak bi lêv kir ku tu kes nikare rastiyan veşêr e û wiha pêde çû: "Tu kes nikare rastiyan veşêr e û rojê tarî bike. Rastî wekî bayê kur e. Çi bibe bila bibe rojekê dê xwe bidin der. Ji ber vê yekê dengê azad nayê birîn û Çapemeniya Azad nayê girtin. Hikûmet çiqas hewl bide dengê çapemeniyê qut bike, lê ne mimkûne ku dengê azadiya gelê kurd qut bike." 'Dibe ku amadekariya qetlîman bê kirin' Irmak anî ziman ku girtina TV û Radyoyan metirsiyan çê dike û ev tişt gotin: "Dibe ku hikûmet amadekariyên hin tiştên din bike. Dibe ku armanca girtina TV û Radyoyan amadekariya qetlîamekê be. Ji bona vê yekê TV û Radyoyan digirin û reş dikin. Dibe ku politîkayên hîn faşîzanî amade bikin û bêxin meriyetê, ji bo ku cîhan ji wana pê nehese Çapemeniya Azad reş dikin û digirin. Ev tişt jî ji bo nam e metirsiyan çê dike. Lê rûyê hikûmeta AKP'ê dê careke din jî di pêşerojê de derbikeve holê." 'Ev gavên Erdogan ên dawiyê ne' Irmak bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rejîmekê bifikirin ku ji TV'ya zarokan û fîlmên qarton ditirse. Ev dil reşî û zik reşiya hikûmeta AKP'ê bi awayek zelal derdixe ber çavan. Yên ku tehemûla kêfxweşiya zarokan nekin ev nikarin behsa nirxên mirovahiyê bikin. Lê dawiya dîktatoran hemû kes dibîne. Ev gavên dawî ne. Dema ku dawiya dîktatoran tê berî her tiştî dixwazin qul û penceran bigirin kes dengê zilm, zext û zora wan nebihîz e û nebîne, da ku raperînek pê neyê. Lê ev jî tu carî bi ser neketiye û vê carê jî bi sernakeve. Ji ber vê yekê dawiya rejîma wan nêzîk e. Di demeke kurt de em ê bibînin Erdogan biharê dernaxe." (fd/mae)