Ugurê HPG'yî hat definkirin 2016-10-03 21:43:37 MÊRDÎN (DÎHA) - Şervanê HPG'ê Huseyîn Ugur (Rojhat Tûfan) ê ku di 28'ê gulanê de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, li Artukluyê hat definkirin. Şervanê HPG'ê Huseyîn Ugur (Rojhat Tûfan) ê ku di 28'ê gulanê de li gel 4 hevalên xwe li navçeya Stewrê ya Mêrdînê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Sultan Şêxmûs ê Artukluya Mêrdînê hat definkirin. Li gel malbata Ugur, nûnerên MEYA-DER'ê hevserok û rêveberên DBP/HDP'ê yên Artukluyê tevî merasîma cenazeyî bûn. Cenazeyê Ugur bi dua û berzkirina dirûşmeyan hat definkirin. Her wiha cenazeyên her 4 gerîlayên HPG'ê yên ku hê nehatine teşhîskirin jî, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê tên rawestandin. (kom/no/red)