Li Ozgur Gun, Jiyan, Zarok û Azadî TV’yê lêgerîn didomin 2016-10-03 20:30:37 AMED(DÎHA) – Li Ozgur Gun TV, Jiyan TV û Zarok TV ên ku rastî serdegirtina polîsan hatin lêgerîn didome û li gel vê polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Azadî TV’yê de jî girtin. TV û qenalên ku bi piranî bi kurdî weşana xwe dikin, Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya ku hat derxistin wek hincet hatibû nîşandan û ev qenal û radyo ji aliyê Serokwezîrtiyê ve hatibûn girtin. Piştî girtina van TV û radyoyan, di saetên êvarî de polîsan bi ser avahiyên Jiyan TV, Zarok TV, Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyoyê de girt. Di heman saetê de polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Azadî TV a ku bi kurdî û tirkî weşana xwe dike de jî girtin. Li avahiyên TV û radyoyên rastî serdegirtinê hatin, tomarkirin û hejamar amûrên sereke didome. Li avhiya Jiyan TV û Zarok TV’yê xebatkarên televîzyonê ji aliyê polîsan ve ji hundir hatin derxistin û polîs i gel rêveberên TV’yan amûrên avahiyên TV’yan dihejmêrin. Her wiha li Ozgur Gun TV û Azadî TV’yê jî polîs û karmendên darayî jimariyê dikin. Hat zanîn ku dê amûrên serek yên li avahiyên TV’yan bên desteserkirin û deriyên wan bên mohrkirin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca serdana Ozgur Gun TV’ya ku lêgerîn lê didome, kir. Li TV’yan lêgerîn didome. (red)